
Li Montpellier ji bo azadiya Ocalan meşek hate organîzekirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li Parka Peyrou Pitote civiyan û heta meydana Comedie ya li navenda bajêr meşiyan.
Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re", "Kujer Erdogan" hatin gotin û belavok hatin belavkirin.
Hevserokê NCDK a Montpellîerê Cevat Guneş li meydana Comedie got, "Di şexsê Ocalan de dixwazin gelê Kurd mehkûm bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêber Apo azad bibe, têkoşîna me wê bê navber bidome." Çalakî piştî axaftinê qediya.
Statu ji Kurdistanê re
Li Hannoverê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi şiyara "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" mîtîngek hat lidarxistin.
Çalakiya kon, ku 22'ê Hezîranê Meclîsa Jinê ya Ronahî da destpêkirin, bi vê mîtînga li ber gara trenê ya navendî qediya.
Beriya destpêkirina çalakiyê, polîsên Elman zilma al û flamayên Kurdî li xwepêşandêran kir. Dewleta Elman bi van qedexeyan dixwaze Kurdan krîmînalîze bike, belê Kurd van qedexeyan nas nakin.
Hevserokê NCDK a Hannoverê Ciwan Çewlig di dema çalakiyê de peyivî û got, "Serok Ocalan bi qasî 18 salan di destê dewleta Tirk a faşîst a dagirker de ye. Heta ku Serok Apo azad bibe, ev gel wê her roj dakeve kolanan û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne."
Provokasyona faşîstên Tirk
Li Munchenê jî konê bi şiyara "Azadî ji Ocalan re" beriya hefteyekê bi pêşengiya NCDK hatibû vedan, bi çalakiya dawiya hefteyê bi dawî bû. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û îmze hatin komkirin. Di axaftinan de hat gotin, "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Heta ku em azad bibin, em ê çalakiyên xwe bidomînin." Li Stûttgartê, li ser banga NAV-DEM'ê, çalakiya konvedanê 2 rojandewam kir. Çalakgeran li ser tecrîdê belavok belav kirin û bal kişandin ser şert û mercên Ocalan tê de ye.
Ji bo piştgiriyê bide çalakiyê, jineke Elman li ber strana Kurdî çar saetan dans kir. Çalakgeran tevî hemû hewldanên provokasyonê yên faşîstên Tirk, çalakiya xwe dewam kir.
NAVENDA NÛÇEYAN