Piştî hewldana darbeyê, şik û gumanên der barê rewş û ewleyiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her diçe zêde dibin. Ev qederê du salan in ku hîç hevdîtinek bi Ocalan re pêk nayê. Ev yek jî dibe sedema nerazîbûna civakê. Li ser vê mijarê Parlamenterê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî û Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamiya Kurdistanê Enwer Enebî ji RojNewsê re axivîn.
Parlamenterê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî helwêsta Kurdên li Bakurê Kurdistanê li hemberî darbeyê weke helwêsteke biberpirsiyar nirxand û got; "Pêwîste rêz ji vê helwestê re were girtin. Li hemberî vê gavên pratîkî bên avêtin. Meydana azadiyê bê berfirehkirin."
Ji bo dewleta Tirk azadkirina Ocalan baştir e
Qeladizeyî tecrîdkirina ocalan weke karekî neqanûnî bi nav kir, xwest pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike û weha peyivî: "Weke şandeke parlamentoyê, me serdana berpirsên Tirkiyê, parlamento û hikûmeta wê kir, dîsan dezgehên ragihandinê û sivîl jî, û me ji wan re got, li cihê girtina Ocalan dosya wî yek alî bikin. Ji bo dewleta Tirk azadkirina Ocalan baştir e. Ji bo pêvajoya aştiyê destpê bike. Jiyanekî bi aştî û aramî li Tirkiyeyê destpê bike."
Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamiya Kurdistanê Enwer Enebî jî got; "Em dixwazin ku desthilatdariya Tirkiyeyê wê demokrasiya behsa wê dikin, ji bo jiyana Birêz Ocalan jî bi kar bînin."
Enwer Enebî herî dawî got; "Niha desthilatdariya Tirkiyeyê hatiye guhertin, desthilatdariya wê demê nîne, ji ber vê yekê daxwaza min ew e ku destûrê bi malbat û parêzaran bide hevdîtinê ligel Ocalan pêk bînin."
RÊZAN MIHMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ