
Nêviyê Tirkiyeyê li dijî Erdogan e'
Demîrtaş, da zanîn ku êdî zêdetirî nêviyê Tirkiyeyê li dijî Erdogan in û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê elewî, Kurd, Tirk, Ereb, Misliman, Xirîstiyan hene. Bi tunekirin, înkarkirin û ji holêrakirina civakekê aştî û demokrasî pêş nakeve. Divê hemû hebûna xwe biparêzin. Divê ev bawerî hebûna xwe biparêzin. Divê her kes rûmetê nîşanî nasname, bawerî û bîrdoziya din bidin. Çi feraseta ku li dijî nirxên din polîtîkayên înkar û îmhayê nêzîk bibe dê têk biçe. Heta niha hikûmetê ev yek fam nekiriye. Heta niha kijan hikûmeta hatiye îxtîdarê tenê xwe esas digire û yên din tune dihesibîne. Ji ber vê yekê hemû têk diçin. Ger ku li hêzên li dijî xwe wekî mihrak, çapûlcû û çete binere, wê demê dê têk biçe. Ji ber vê yekê divê bi çavê wekhevî li hemû welatiyan binere. Tu dikare navan li her tiştî bike, lê tu nikare neheqiyê li elewiyan bike. Tu nikare neheqiyê li nasname, reng û baweriyên din bike. "
'Bila çalakî ji armanca xwe dur nekeve'
Demîrtaş, da zanîn ku ji ber helwesta hikûmetê ya tundiyê û zordariyê ev îsyan pêş ketiye û wiha berdewam kir: "Bûyerên li Parka Geziyê pêk hat çalakiyek heq û sivîl bû. Em hurmetê nîşan didin. Lê mixabin çalakvanên ku ji bilî Taksîm û cihên din li bajarên din belav bûn, bêrêxistin û bêarmanc ji kontrolê derdikevin. û ji armanc û wateya xwe dûr dikeve. Me gelek caran hişyari jî kir û me xwest ev hêrs nebe hêrsa nijadî. Hin kes dixwazin vê hêrsê bikin hêrseke dijadî. Dema em vê yekê rexne dikin em van çalakiyan vala dernaxin. Em dixwazin ku ev çalakî ji wate û armanca xwe dûr nekeve. Em dixwazin hemû çalakvan serî li tundiyê nedin. Divê hemû çalakvan divê li gorî demokratîkbûn û sivîlbûnê daxwazên xwe bînin ziman. " Demîrtaş, xwest çalakvan li dijî kesên li dijî armancê hişyar bin û wiha pêde çû: "Ev çalakî di bin baneyê tu partiyan de pêş neketiye. Ev çalakî û tevgera gel e. Divê berî her tiştî her kes di bin makeqanûnek azad û demokratîk de li hev kom bikin. Ji bo vê yekê divê her kes ji bo modela nû û demokratîkbûnê têbikoşin. Ger ku niqaş û çalakiyên li dijî vê daxwazê pêk bên dê negêjin armanca xwe. Ji ber vê yekê divê her kes daxawzên xwe di çarçoveya demokratîk û aştiyê de pêk bînin. Ger ku hikûmet jî bi vî çavî li van çalakiyan binere dê fêdê bistîne."
Demîrtaş, li ser pêvajoya Çareseriya Demokratîkbûn û aştiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Divê ev pêvajoya muzakereyan erênî li her derê Tirkiyeyê bê xuyakirin. Divê ev hewa erênî ji aliyê hikûmetê ve bi her kesî bê xuyakirin. Ger ku çek hatibin bêdengkirin û vekişînê dest pê kiribin, wê demê divê hemû qad azad bin. Divê her kes karibin azad daxwazên xwe û çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Divê her kes ji bo her kesî azadiyê bixwaze û hîs bikin. Ger ku girseyên bi ferasetê derkevin kolanan û çalakiyan pêk bînin em dê hurmetê nîşan bidin. Lê girseya ku bê armanc û wate dakevin kolanan fêdê nade tu kesî."
Daxwaza reforma demokrasiyê
Demîrtaş, xwest ji bo kolan aram bibin, divê pakêta reforma demokratîkbûnê bê meclisê û reforma demokrasiyê pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê êdî polîs bi vî rengî nêzî çalakvanan nebe. Divê kesên hatine bençavkirin serbest bên berdan. Divê hikûmet li daxwazên çalakvanan guhdar bike û daxwazên wan li berçavan bigire. Li welatên demokratîk hikûmetên şaşiyê dikin lêborînê dixwazin. Di şaşiyê de israr zerarê mezin çêdike û tabloyên ku vegerîna wan zahmet ava dikin. Em hêvî dikin ku hikûmet dê vê şaşiyê xwe bibîne û rast bike. Di vê pêvajoya ku Tirkiye nêzî aştiyê ye, em dixwazin her kes ji bo aştî û çareseriyê li kolanan bin û ji bûyerên tundiyê dûr bikevin. "
ENQERE