Şengul, daxuyand ku her diçe li girtîgehan pêkanînên dijmirovahî ku rûmeta mirovan dişkînin zêde dibin û girtiyên nexweş li girtîgehan nayên dermankirin. Şengul, destnîşan kir ku girtiyên dixwazin bên dermankirin jî rastî astengiyên keyfî tên û wiha got: "Dem dem em diçin bi Wezîrê Dadê re hevdîtin dikin. Em raporên derbarê rewşa girtî û girtîgehan de pêşkêş dikin. Lê belê li gel van serlêdanên me di şert û mercên girtîgehan û binpêkirina mafên girtiya de tu sererastkirin tune. Her roj girtî ji bo mafê wan tê binpêkirin serî li komeleya me didin. Bi pakêta darazê ya 3'emîn re dihat gotin ku dê gelek girtiyên nexweş serbest bên berdan. Lê tenê Hediye Aksoy serbest hat berhdan û girtiyen din nehatin berdan. Ger ku li girtîgehan mirî derkevin berpirsiyarê vê yekê Wezareta Dadê berpirsiyar e. "
Raporan li ber çavan nagirin
Şengul, raporên Saziya Tipa Edlî yên der barê girtiyên nexweş de amade dike jîrexne kirû anî ziman ku Saziyên Tipa Edlî li gorî keyfa xwe raporan amade dike. Şengul mînaka nexweşên girtî Avnî Uçar û Samet Çelik da û destnîşan kir ku li gel hatiye îspatkirin ku ev girtî serbest bên berdan û li derve bên dermankirin jî dîsa nayên beran.
DÎHA/ÎZMÎR