
Endamên Komeleya Malbatên Girtiyan (TUAD) li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî pêk anîn û tecrîd şermezar kirin.
Endamê TUAD'ê Nurettin Kilinç, anî ziman ku heta daxwazên wan bên cih dê çalakiya xwe berdewam bikin. Kilinç, anî ziman ku 32 sal di ser derbeya 12'ê Îlonê re derbas bû, lê hêj feraset nehatiye guhertin. Kilinç, da zanin ku gelek hikûmet hatin ser kar û çûn, lê feraset û polîtîkayên dewletê nehatin guhertin. Kilinç, anî ziman ku 30 sal berê jî li girtîgehan gireva birçibûnê hebû û niha jî heye û sedema vê yekê polîtîkayên dewletê û hikûmetê ye. Kilinç, daxuyand ku ew piştgiriyê didin çalakiya PKK'ê PAJK'ê xwest êdî hikûmet daxwazên zarokên wan bibersivîne.
Ji bo rûmeta xwe biparêzin
Endamê TUAD'ê Cemalettin Gordegir jî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê şer ku kir. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encama polîtîkayên giran in. Ciwanên Kurd ji 70'ê salî heta 90 salî ji bo rûmeta xwe biparêzin ketine gireva birçîbûnê. Bi hezaran girtiyên Kurdan ji bo parastina rûmetê ketine gireva birçîbûnê. Heta ku dewlet rê li pêşiya çareseriyê veke û daxwazên Kurdan qebûl bike dê çalakiya me berdewam bike. Şerê heyî bi qasî zerarê dide Kurdan dê ew qas jî bide Tirkan û Tirkiyeyê.
'Nikarin gelê Kurd tine bikin'
Endamê TUAD'ê Dursun Can jî anî ziman ku heta hemû daxwazên wan bên cih dê çalakiya xwe ya li ber girtîgehê bidomînin û wiha got: "Heta Brêz Ocalan azad nebe û heta ji aliyê dewletê ve muhatab neyê girtin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Gelê Kurd bi kuştin, girtin, binçavkirin û komkujiyê xelas nebû xelas nabe."
'Emê hesap ji AKP'ê bipirsin'
Endama TUAD'ê Sultan Bozkurt jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li ser hemû gelê Kurd tê meşandin û dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin. BozKurd, bibîrxist ku ji roja hikûmeta AKP'ê hatiye ser kar heta niha her tim zext û zor zêde bûye û ew dê her tim hesabê vê yekê ji AKP'ê bipirsin û wiha got: "Kurd li ber çavan tên qetilkirin. Zarokên me yên li dijî neheqiyê derdikevin tên girtin. Ger ku tiştek li girtîgehan bi zarokên me bê berpirsiyarê vê yekê AKP û hikûmet e. Em dê hesapê vê yekê ji AKP'ê bipirsin."
DÎHA/STENBOL