Duh şandeke kurdên Kakeyî ji bo mana gêrîllayan li başûrê Kurdistanê serdana gêrîllayên HPG û YJA-Starê yên li Kerkûkê kirin. Di nava şanda Kakeyiyan de Seyîd Sebah û hêjmarek rûspiyên Kakeyiyan hebûn û serdana gundê Elî Sara kirin. Şanda Kakeyiyan ji aliyê fermandarê HPG’ê Egîd Kelarî û gêrîllayan ve hat pêwşazîkirin.
Şanda Kakeyiyan wiha gotin: “Em bi her awayî piştgiriya mana gêrîllayan dikin. Îro gêrîlla li dijî çeteyên DAIŞ’ê di eniya şer de ne û şerê wan dikin. Ti kes û aliyek nikare vî rol û erkê gêrîllayan kêm bibîne. Gêrîlla bêyî ti cûdahiyekê, hemû pêkhateyên li navçeyê diparêzin.”
Kakeyiyan bal kişandin ser berxwedan û rolê gêrîllayan û wiha gotin: “Ger gêrîlla nebin, ti kes ji wan nikarin di gundên xwe de bimînin.”
Fermandarê HPG’ê yê eniya Kerkûkê Egîd Kelarî jî keyfxweşiya xwe ji bo serdana Kakeyiyan anî ziman û wiha got: “Erkê gêrîllayan parastina gelê kurd û hemû pêkhateyane.”
KERKÛK