Kurdên Rojava ku hatin li Rihayê, Dîlok û Mêrdînê bi cih û war bûn, ji ber xaniyê wan tune û karê ku bê debara xwe bikin tune rojên pir zahmet û dijwar dijîn. Welatiynên Rojeva ku hatin Tirkiyeyê ji bo debara xwe bikin dest bi karên çandiniyê kirin û di nava şert û mercên gelek giran de karên çandiniyê dikin. Yek ji van malbatan welatiyên Kobaniyê yên hatin li Bajaroka Yalaqê ya navçeya Hewagê konê xwe vedan û karê çandiniyê dikin in. 3 malbat di bin konekî de bi cih û war bûn û karê çandiniyê dikin. Welatiyên ku ji ber şerê navxweyî reviyan hatin Rihayê zahmetiye dijin. Welatiya 14 salî Cemile Ahmet, diyar kir ku ew di nava şertên pir dijwar de dijîn û wiha got: "Ma Kurd jî ne mirov in? Çima Kurd belav dibin. Çima mafê Kurdan tune? û nerazîbûnên xwe anîn ziman.


Çima dibistana bi Kurdî tune

Welatiya bi anvê 51 salî Bedia Şeyh, anî ziman ku ji ber koçber kirin perwerdehiya zarokên wan di nêvî de ma û wiha got: "Em ji ber zilmê reviyan. Em riha di nava tunebûnê de dijîn. Em rezîl û ruswa bûne. Em di nava zeviyan de di bin konande dijîn. Jiyana vir ne jiyan e. Em li vir di din tînagerma havînînêde perîşan dibin. Zaroka 14 salî Cemile Ahmet, jî anî ziman ku ji ber zorê reviyan hatin li vir bi cih û war bûn û zahmetiyên mezin li vir dijîn. Ahmet, da zanîn ku dibistana xwe xelas nekirin û hatin li vir bi cih û war bûn û wiha got: "Kon mala me. Mirov çawa dikarin di konên naylonî de bijîn. Em hemû zor û zahmetiyêdijîn. Li vir serşok, tuwalet, metbex tune.Li vir em nikarin wekî mirovan bijîn. Em li vir rezîl û ruswa bûne. Em nikarin biçin doktoran jî. Em nexweş bikevin emê li vir bimirin.  Kurd nêvî li Sûriyê û nêvî li Tirkiyê ne. Çima dibistana bi Kurdî tune. Bila Kurd hemû bibin yek û mafê me jî bi qasî yê Kurd, Tirk û Ereban heye."
Malbata Pirsûsê ku li tenişta malbata Rojava çavir vekirine jî bertekên xwe anîn ziman. Welatiya ji Pirsûsê Emine Caymaz, anî ziman ku 2 mehin li vir dijîn û anî ziman ku rewşa wan jî wekî ya malbatên Rojava ye û bertekên xwe yên li hemberî hikûmet û dewletê anî ziman.
Malbata Rojava Şeyh Muhammet Ali, jî anî bizam ku bi xêra têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aramî li ser axa xwe digerin û wiha got: "Em niha li gel malbatên Pirsûsê dijîn. Em bi xêra Serok Apo bi reheti tev digerin. Divê Kurd bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin.

11 kes di konekî de dijîn

Ji malbata Şeyh Muhammet Alî ya 16 salî Hezime Ahmet, jî anî ziman ku ew 11 kes di bin konekî de dijîn û jiyana wan ne tu jiyan e. Hezîme Ahmet, da zanîn ku hem toz hem, herî û hem germa di bin konan de jiyanê li wan dike dojeh.
Zarokê 11 salî Alî Ahmet jî anî ziman ku dest ji dibistanê berdane û niha di nava zeviyan de dijîn û jiyan li wan wêran û heram bûye.

DîHA/RIHA