Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina krîza li Iraqê got; “Ji bo çareserkirinê vê pirsgirêkê, du rê heye, yek dadgeh û divê hemû aliyek rêzê lê bigrin û ya din jî çareseriya siyasî ye, ku aliyê siyasiyan hewla lidarxistina kongreyekî nîştimanî dane, heta ku rêberên siyasiyan bikarin li rêya guftûgoyê çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê peyda bikin û li ser awayê serweriya welêt bipeyvin.”
Barzanî der barê rewşa Kerkûkê û peyaman ligel Exxonê de jî got; “ Ew peymana ku Herêm li gel Exonê kiriye, ji sedî sed yasayî ne û li ser bingeha peymana me ya li gel Hikûmeta Iraq û destûra bingehîna Iraqê ye.”Barzanî diyar kir ku Malikî, Şehristanî û Hikûmeta Iraqê, muameleyên şaş der barê peymanên wan yên li gel ExxonMobîl de kirine û got; “Em ji ber berjewendiya welatiyên xwe tu tiştekî nabêjîn. Lê belê bi tu awayekî dest pêkanîna maddeya 140 bernadin û eger pirsgirêk bi vî awayî biçin, em ê li rêya parlementoya û xelkê xwe, rapirsînê dikîn û ew çi biryarek bidin, em wê biryarê pêk bînin.”
Barzanî der barê serbixwebiya Herêma Kurdistanê de got; “Ev yeke bi dengê gel dibe. Ger gel qebûl bike gelo ez dikarim çi bikim.”

Ji Edhem Barzanî pêşniyar
Endamê Encûmena Serkirdatiya PDK’ê Şêx Edhem Barzan daxwaz ji rêveberî û Parlementoya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo serbixwetiya Herêma Kurdistanê rapirsiyek pêk bînin.
Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêx Edhem Barzan li ser malpera tora civakî ya Facebookê parve kir û daxwaz ji rêveberî û Parlementoya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo serbixwetiya Herêma Kurdistanê rapirsiyek pêk bînin.
Barzanî da diyarkirin ku wî berê jî qala vê yekê kiribû û bal kişand ser krîza niha li Iraqê diqewime û diyar kir ku ev yek ji bo Herêma Kurdistanê xeter e.

ANF/HEWLÊR