Kiliçer, piştî li Amedê geriya û destê xwe da Amedê evindarê Amedê bû. Kiliçer, dê biçi malbata Ugur Kaymaz a Qoserê ziyaret bike û derbasî Şirnex Wan û Colemêrgê bibe.
Kiliçer, anî ziman ku ji roja dest bi şano kiriye heta niha ji nava jiyanê jiyanê pêşkêş dike û wiha got: "Ez li hemberî "Huner ji bo hunerê ye" me. Ji ber ku huner ji bo gel e. Ger ku huner ne ji bo gel be wateya wê tune ye. Her wiha divê huner ne ji bo kêf û seyranê be. Divê huner ji bo fikirandin û hizirandinê be. Ji ber ku jiyan ne kêf û seyran e."

'Kolan bi xwe cîhanek e'
Kiliçer, destnîşan kir ku wê huner li kolanê dest pê kir û hêj li kolanê hunera xwe didomîne û wiha got: "Dema ez li kolanê hunerê dikim ez xwe digînim hemû beş û çînên civakê. Her çend li bajaran huner zahmet be jî bertek û piştgiriyên li kolanê hêzê dide wê. Kiliçer, piştî hate Amedê û beşdarî çalakiya ÎHD'ê û xizmên windayan a li Parka Koşuyolu bû, diyar kir ku piştî hate Amedê û li nava kolanê wê geriya, her wia destê xwe bi Amedê kir bû evîndarê Amedê. Kiliçer, bilêv kir ku ji berê de Amedê hîs dike û dijî û piştî ku Hate Amedê ev bêtir xurt bû.

Kiliçer, anî ziman ku difikire ku gundê Ceylan Onkol jî ziyaret bike û dê pişt re biçe navçeya Qoserê û malbata Ugur Kaymaz ziyaret bike. Kiliçer, dê malbata Ugur Kaymaz jî ziyaret bike û dê helwesta ku ji bo Ugur Kaymaz nivîsandibû teslîmî malbatê bike. Kiliçer pişt re dê derbasî Şirnex Wan û Colemêrgê bibe.

DÎHA/AMED