Navenda KURDÎ-DER'a Amedê li ber deriyê xwe daxwiyaniyek da çapemeniyê. Di daxwiyaniyê de biryara betalkirina lîsansên televîzyonên ROJ TV, Nûçe TV û MMC hat şermezar kirin. Serokê KURDÎ-DER'ê Sabahatîn Gultekîn diyar kir ku ew weke komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî vê biryarê qebûl nakin û şermezar dikin. Gultekîn, da zanîn ku li Tirkiyeyê hemû ceribandinên hovane li ser gelê Kurd hatine kirin û wiha got: "Ev pêkanînên hovane mixabin li ber çavên dinyayê pêk hatin. Gelê Kurd bi têkoşîneke bêhempa li berxwe daye û berdêlên giran dane. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd hebûn, nasname, ziman û çanda xwe bi hemû dagirker û mêtîngeran da qebûlkirin." Gultekîn, diyar kir ku dewletên Ewropa ku bi rêzdariya mafên mirovan xwe didin nasîn û wiha got: "Dewletên Ewropayê dema mijar bû gelê Kurd van hemû nirxan bi awayekî pir hêsan binpê dikin. Ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavên xwe li zilm û hovîtiya li ser gelê Kurd digirin."

Gultekîn, bilêv kir ku îro jî li Danîmarkayê ku berê jî li Belçîkayê heman qirêjî û rûreşî hatibû pêkanîn û wiha bilêv kir: "Em wekî komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî dibêjîn ku ev biryar bi hevkariya dewleta Tirkiyê hatiye dayîn, li derveyî exlaq, siyaset û demokrasiyê ye. Çapemeniya Kurd rûmeta gelê Kurd e. Çav guh û zimanê gelê Kurd e. Em êrîşên li hember van nirxan bi tundî şermezar dikîn."

AMED