Piştî hate diyarkirin ku dê herî dawî "Konferansa Neteweya Kurdistan” heta meha Hezîranê pêk bê, siyasetmedarên Kurd jî helwesta xwe bo konferansê anîn ziman. Endamê Meclîse PZK Dilzar Abdullah, der barê konferansê ji ajansa me DÎHA’yê re axivî. Abdullah da zanîn ku “Konferansa Neteweya Kurdistan” ji bo kordan gelek giring e û wiha got: “Em weke PZK dixwazin di vê konferansê de rola me ya diyar hebe, ji ber ku ev kongre weke tevgereke yan jî gaveke gelek mezine ji bo rizgarî gelê Kurd û Kurdistanê ye” Abudulla diyar kir ku divê di vê konferanse de gelek biryarên giring werîn dayîn û hemû aliyên siyasî û gelê Kurd bi wan biryar û bernameyan hevbendbin.
Abullah li ser derengmayina konferansê jî rawestiya û wiha axivî: “2 sedemên xwe yên cuda hene. Sedemên babetî û sedemên hizbiyatî. Dema ez dibêjim sedamên babetî bê guman dagirkerên Kurdistanê karîgeriyek gelek mezîn heye li ser aliyên siyasî yên wê parçeya ku ji aliyê wê dewletê ve hatiye dagirkirin. Sedemên hizbiyatî jî li gorî ez dibînim aliyên siyasî heya niha zêdetir giringî daye berjewendiyên xwe yên kesî yan hizbî. Ev jî bûye sedem ku li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyên siyasî nekarine gavên berbi çav bavêjîn. Ev jî bune sedem ku ev konferans were derengixistin. Di demek wiha ku cîhan berbi guherînê ve diçe em pişgirî dikin ku konferansek li Başûrê Kudistanê were li darxistin. Hemû aliyên siyasî dibêjin pêwîstî bi vê konferansê heye lê li ser çawaniya li darxistiana vê konferanse heya niha kesek nêrînên xwe ne dane ev jî cihê goftûgo kirinêye. Divê beriya konferansê li ser bernameye xebat were kirin Divê hemû aliyên siyasî tevlî xebatê bibin û encamnameyek girigin were derxistin”

‘Divê rewşa çar parçeyan were nirxandin’
Abdullah, diyar kir ku dê her aliyêk siyasî gotarek xwe ya taybet hebe û wiha berdewam kir: "Di konferansa 66'emîn Salvegera Komara Mahabatê nunerên hemû aliyên siyasî têde amadebûn. Ev jî ciha keyfxweşî û bexteweriye ye ku gaveke yekemîn bû ji bo kombûna hemû aliyên Kurd. Ev kongre di aliyê siyasî, neteweyî, çandî û aborî bername û xebat bike û dikare nûnertiya hemû gelê Kurd bike. Di despêka avakirina vê partiyê de me avakirina kongireyek neteweyî weke erkê li ser milê xwe dizanî û her dem me xwest karek bi vî awayî bikin.” 


'Çek ji bo parastinê ye'
Abdullah, li ser xebatên heyeta KCD û BDP ya li Herêma Federal a Kurdistanê jî rawestiya û da zanîn ku parlementerên BDP’ê li vir dikarin bi hemû partiyên siyasî re bicivin û ev jî cihê hêviyê ye ku eger rewş wiha berdewam bibe dê di demek nêzik de konferansek neteweyî were lidarxistin. Abdullah, hişyariyên li ser geşedanên niha kir û wiha berdewam kir: “Divê gelê Kurd vê firseta dîrokî ji deste xwe bernedin. Ji bo yekîtî û aştiyek mayinde divê li hev kom bibin û heza xwe bikin yek. PKK ji bo parastina Kurdistanê çeka xwe bikar tîne. Ev çek ji bo parastina gele Kurd a li dijî rejîmên dikdator in. Ev jî ji bo me hemûyan gelek giring e. Divê em di qada siyasî de jî çi ji destê me tê bikin. Ez hevîdarim ku em dê di qada siyasî de gavek girîng bavêjin." 


MURAT KOLCA - DÎHA/HEWLÊR