
Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamena Iraqê Mihemed Osman got, "Divê PDK eşkere bike bê ka çima Mesûd Barzanî bêdeng ma."
Nerazîbûna ji Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî zêde dibe, ji ber ku li kêleka Bînalî Yildirim ê ku ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst‘, bêdeng ma.
Parlamenterê YNK'ê yê Parlamena Iraqê Mihemed Osman diyar kir ku PKK û PYD partiyên rewa yên Tevgera Azadiyê ya Kurd in û got, "Eger PKK û PYD terorîst bin, ez jî terorîst im."
Osman got, "Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê nîne, ew serokê PDK'ê ye. Lewma divê PDK li ser vê helwêsta Mesûd Barzanî ya li wê derê daxuyaniyekê bide. Eger daxuyaniyê li ser vê nedin jî, lazim e zanibin, helwêsta li wê derê ti bi awayî helwêsteke di cih de nîne. Ji ber ku PKK û PYD partiyên Kurd in ku bi hezaran şehîdên wan hene. Ji Xaneqînê heta Kobanê, van hêzan di vê demê de axa Kurdistanê parastiye û şehîd dane. Em bînin bîra xwe, dema gerîlayên PKK'ê Mexmûr parastin, Mesûd Barzanî çû cem wan û ji ber têkoşîna wan ew pîroz kirin. Min beriya niha jî gotibû, ez careke din jî dubare bikim: Eger PKK terorîst be, ez jî terorîst im."
'Ne PKK divê dewleta Tirk ji Başûr derkeve'
Parlamenter Osman têkildarî nîqaşên li ser derketina PKK'ê ji Şengalê jî got, "Pirsgirêka Şengalê bi diyalogê dikare çareser bibe. Derxistina PKK'ê ji Şengalê bila li aliyekî bimîne; lazim e hemû baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê werin derxistin. Divê dewleta Tirk ji Başûr derkeve. Derketina PKK'ê ji Şengalê jî meseleya navxweyî ya Kurdan e. Kurd ê vê meseleyê di nava xwe de çareser bikin."
Osman destnîşan kir, ku ya herî rast ji bo Kurdan ew e, hemû hêzên parastinê li binê sîwanekê li hev bicivin û got, "Divê hêzên leşkerî yên hemû partiyan bibin yek û nebin aliyekî siyasî. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî lazim e hêzên leşkerî ne bi partiyên siyasî ve, bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve girêdayî bin."
KERKÛK