Aydar di axaftina xwe ya li semînera ji aliyê Komeleya Çanda Kurdistanê ve organîzekirî de got, "Hin dibêjin, eger PKK'ê bersiv nedaya êrîşên AKP'ê wê rewşa îro rû nedaya. Ev nêzîkatiyeke şaş e. Ya ku îro AKP dike, dewama zîhniyetekê ye. Çawa ku sala 1925'an Plana Şark Islahat a ji bo tinekirina Kurd û Kurdistanê xistin dewrê, îro jî AKP vê didomîne."


Zihniyet neguheriye

Aydar bi bîr xist ku yek ji rêveberê plana Şark Islahatê, Wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmût Esad Bozkûrt gotibû, "Her kesê ne Tirk, kole û xizmetkarê Tirkan e" û da zanîn ku di roja îro de jî tîmên taybet ên AKP'ê li Farqînê û bajarên din ên Kurdan nivîsa "Eger tu Tirk bî pê serbilind be, eger tu ne Tirk bî serî bitewîne" li ser dîwaran dinivîsînin.


Roja berxwedana topyekûn

Aydar diyar kir ku nepêkan e Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin û got, roj roja berxwedana topyekûn e.

Aydar da zanîn ku gelê li bajarên berxwedanê li ber xwe didin di wê baweriyê de ye, ku ji vê saetê û şûn ve veger tê wateya xwekuştinê û destnîşan dikin, eger êrîşên AKP'ê neyên şikandin wê Kurd rastî komkujiyên gelekî mezintir bê. Aydar da xuyakirin ku ciwanên li bajarên Kurdistanê li ber xwe didin, tevî bêderfetî û mercên zehmet jî, lehengiyeke mezin nîşan didin.

Di semînera li Komeleya Çanda Kurdistanê ya Osloyê de nûnerên YNK, Goran, PYD û gelek Kurdistanî amade bûn.


 ANF/OSLO