Çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê ya ji bo girtiyên Şakranê ev 54 roj in didome. Çalakiya li Izmîrê doh rêveberên Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) dewir girt. Hevserokê DBP'ê yê Îzmirê Suleyman Gunduz, diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwazên wan e û dê heta dawî li daxwazên wan xwedî derkevin. Çalakya li avahiya DBP'ê beriya 4 rojan destpêkirî, bi komên nû didome. Ev 2 roj in xizmên girtiyan çalakî dewam dikir, doh koma duyemîn ku ji endam û rêveberên DBP'ê pêk tê, dewr girt. 

Çalakgeran berdilkên li ser “Ji êşkenceya li girtîgehan re na" nivîsandî li xwe kiriye. Li ser navê koma nû, Hevserokê DBP'ê yê Îzmirê Suleyman Gunduz, diyar kir ku rewşa girtiyên li zindanan dest bi çalakiyê kiriye rewşa wan krîtîk e û got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Dive her kes bibe dengê girtiyan. Malbat jî axavîn û wan diyar kir ku ew ê şopdarên doza zarokên xwe bin û heta dawi li doz û têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin. Malbatan jî xwest demek berî demekê daxwazên zarokên wan pêk bên. 

Parlamenterê HDP'ê yê Izmîre Ertugrul Kurkçu jî xwest her kes piştgiriyê bide girtiyan û li daxwazên wan xwedi derkeve. Kurkçu got, zindan eyneya welat e û rewşa zindanan rewşa wan nîşan dide. 

Kurkçu, da zanin ku wan bi dozgerên girtîgehê re jî hevditin kiriye û daxwazên xwe ji Dozgerê Komarê re ragihandiye. Kurkçu, da zanîn ku wan bi Wezîrê Dadê re jî hevdîtin kiriye û dê bibînin ku ka dê çiqas daxwazên wan pêk bê. 

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Muslum Dogan jî got, ev çalakî pirr girîng e û xwest ji bo piştgiriyê li her derê dengê xwe bilind bikin. 



 IZMÎR