
KCD-E, di “hefteya demokrasiyê” de (25-31’ê Gulanê) ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang li xelkê kir ku tevayî hêza xwe bixin nav tevgerê.
KCD-E bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku dengdayîna ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê wê 31’ê Gulanê bi dawî bibe û got: “Ji bo dengdayînê wext maye. Pêwîst e ev wexta kurt herî baş bê nirxanin. Xebatên me yên hilbijartinê tevî ku heta niha gihiştine asteke diyar jî wê ne gihiştiye asta tê xwestin. Ji bo hê zêdetir hilbijêran bibin ser sindoqan û dengan ji HDP’ê re kom bikin em ê pêngaveke dawî bi pêş bixin.”
KCD-E di daxuyaniya xwe de got: “Di vê çarçoveyê de em ê bi hemû hêza bi awayekî aktîf tevlî îlana ‘Hefteya Demokrasiyê’ ya di navbera 25-31’ê Gulanê de ya Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropa ya HDP’ê bibin. Di hefteya demokrasiyê de pêwîst e hemû aktîvîst û alîgirên me neçin kar, ji bo dengan ji HDP’ê re kom bikin û hilbijêran bibin ser sindoqan hemû hêza xwe bixin dewrê. Di wesîleya vê hefteyê esnafên Kurd karsaz pêwîst e hem biçin dengên xwe bidin û hem jî derdora xwe bibin ser sindoqan û ji bo vê di nav hewldaneke taybet de bin. Hemû jin, ciwan, mirovên me yên welatparêz ên dixebitin, xwendekar bi kurtasî her beşa civaka me em bang li wan dikin ku di vê hefteya dawî de ya ji destê wan bê bikin. Her mirovekî me yê welatparêz vê hefteya dawî ji bo xebatên HDP’ê plan bike, xwe li gor wê plan bike."
KCD-E da xuyakirin ku li Hollanda, Swêd, Brîtanya, Skoçya, Îtalya, Romanya, Fînlandiya, Kanada û hin welatên din dengdayîn wê di navbera 29 û 31'ê Gulanê de pêk were û got, "Ji bo gelê me yê li van welatan biçin ser sindoqan, ji her alî ve amadekarî hatine kirin. Em bang li gelê xwe yê li van welatan dijîn dikin ku van rojên dawî baş bikar bîne, bi xurtî tevlî dengdayînê bibe û di 29-31'ê Gulanê de jiyanê bisekinîne û ji bo hilbijartinan seferber bibe. Ji ber ku dema dengdayînê ya li van welatan kêm e, girîng e wext neyê windakirin û her kes tavilê biçe ser sindoqan. Kurdên ji Anatoliya Navîn ên li Skandînavya û Hollandayê dijîn, girîng e desteka xwe ya heta niha dane zêde bikin, xebatên xwe berfireh bikin û van rojên dawî bi ruhê seferberiyê dest bidin hev. Her wiha mirovên me yên welatparêz ên ji bajarên Çewlik, Mêrdîn, Pazarcix-Elbîstan, Erzîngan, Konya, Riha, Dêrsim, Dep, Meletî, Qers, Kayserî, Erzîrom û Mûşê yên li bajarên cuda yên Ewropayê, desteka xwe heta niha derxînin asta herî bilind û derdora xwe bixin nava tevgerê. Ji bo xwegihandina mirovên me xwe negihandinê, em nas nakin, divê mirovên me yên welatparêz bikevin nava tevgerê û wan bigihînin ser sindoqan a ji dest tê bikin.
Hilbijêrên me yên heta 7'ê Hezîranê wê biçin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, girîng e heta vê demê dengên xwe li deriyên gumrukê bikar bînin."
Ji akademisyenên Kurd bang
Tora Akademîsyenên Kurd li Ewropayê (KURD-AKAD) bi daxuyaniyekê banga piştgiriya HDP'ê kir. Di daxuyaniya KURD-AKAD de wiha hate gotin: " Ji bo jiyaneke hevbeş û mirovane em peşniyar dikin ku HDP’ê hilbijêrin.
Tirkiye hem ji aliyê erdnîgarî û hem jî ji aliyê sosyolojiyê ve Rojhilata Navîn a ku îro li hev qelibiye û Ewropayê digihêjîne hev. AKP ji bo ku van armancên xwe yên emperyalîst pêk bîne, deriyê Tirkiyê ji kes û komên îslamgirên hişkbawer re vedike, wan bi rê dixîne û ji bo hovîtiyê dişîne şerê li Iraqê û Sûriyê. Li dijî vê helwesta desthilatdariya Tirkiyê, divê herkes bi berspirsyarî tev bigere. Ji bo aşitiyê HDP’ê hilbijêrin! Divê herkês di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi berpirsyarî tev bigere. Kesên ku xwediyê destûra dengdayîne ne divê HDP’ê hilbijêrin. Yên ku raya wan ji bo hilbijartinê tune ye, divê derdora xwe vexwînin piştgirîlêkirina HDP’ê."
NAVENDA NÛÇEYAN
Hefteya dawî ya dengdanê
Ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn di hefteya dawî de dengê xwe bikar tînin.
Koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li herêma Parîs-Ile De France, di hefteya dawî de dengê xwe bikar tînin. Heta 25'ê Gulanê 31846 hilbijêr çûn ser sindoqan. Roja Yekşemê li ber Konsolosxaneyan rêzên dirêj çêbûn. Li gorî agahiyên ji çavdêriya wezîfedarên HDP'yî hatin wergirtin, ji sedî 60´ê dengên li Parîsê hatine bikaranîn, ji bo HDP'ê ne.
Li bajarê Elmanya Kolnê, dengdayîn di roja 17. de dewam dike. Her çend li gorî rojên destpêkê tevgerek zêdetir hebe jî, tevlîbûn kêmî bendewariyan e. Tevî ku li Koln û derdora wê 128 hezar 275 hilbijêr hene jî, li Kolnê bi tenê 32 hezar hilbijêran heta niha dengê xwe bikar anîne.
Dengdayîna hilbijêrên HDP'yî yên li Swîsreyê, dewam dike. Bandora hêviya HDP'ê di nava tevahiya beşên civakê de afirandiye, di coşa hilbijêrên li ser sindoqan dengê xwe bikar tînin de, tê dîtin.
Ji ber betlaneya dawiya hefteyê, hilbijêr li gorî nava hefteyê dawiya hefteyê bêhtir çûn ser sindoqan. Danê sibehê li ber Konsolosxaneyên Cenevre, Zurîch û Bernê rêzên dirêj çêbûn.
Bi organîzasyona Koordînasyona Danîmarka ya HDP’ê, Komeleya Pîr Sultan Abdal a Odense û Navenda Çandê ya Elewiyan a Odense, gelên li Horsens, Ikast û Odense bi dirûşma, “Em ê biçin Meclîsê dengên xwe bikar anîn.
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Skoçyayê, ji bo dengdayîna 30-31'ê Gulanê ya li Skoçyayê de banga dengdayînê li hilbijêran kir.
PARÎS