Tesîra dengbêjên nemir lê bû
Dengbêj Feleknaz ku sala 1975’an dest bi kar û xebatên xwe yên denbêjiyê kiriye, destnîşan kir ku dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Fatma Îso, Eyşe Şan û Mihemed Arifê Cizîrî tesîr li wê kirine. Feleknaz got, dema ew hê li gund bû, ji ber desthilatdariya zilaman, nedikarî kar û xebatên denbêjiyê bike. Feleknaz diyar kir ku piştî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dest bi têkoşînê kir ev zîhniyeta serdestiya zilam jî bi xwe re guherand. Feleknaz anî ziman ku gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine û wiha pêde çû: "Li van awazan weke çîrokan hatiye guhdarîkirin. Di heman demê de van awazan dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. "
‘Bi kilamên dengbêjiyê hestiyar dibim’
Dengbêj Naîf Monisî jî da zanîn ku dengbêjî neynika çanda Kurdî ye û wiha domand: "Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin gelekî hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikarin, xwe îfade bikin. Mirov nikare miletekî bê çand tesewur bike. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan."
‘Dengbêjî lêgerîna li jiyanê ye’
Dengbêj Mehmet Înce jî diyar kir ku ew dengbêjiyê ji Mehmudê Hesê, Huseyînê Farê û Kerêmê Batmanî fêr bûye û dazanîn ku dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nûye. Înce, derbirî ku dengbêjî ji bo Kurdan weki arşîveke hunerê ya bi salane li ser vê axê jiyaye û xwest nifşên nû li ser dengbejiyê hûr bibin û çanda dengbêjiyê bidin jiyandin.
‘Çanda bav û kalên xwe ji dest dane’
Înce bal kişand ser asta muzîka Kurdî û wiha axaftina xwe domand "Asta kalîteya muzîka Kurdî li gorî demên bihurî gelekî kêm bûye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine. Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku texlîtkirin û bi zarê xelkê kirin heye. Çanda bav û kalên xwe ji dest dane. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda hîp hop, arabeskê."
‘Civaka Kurdan dewlemend e’
Înce di dawiya axaftina xwe de bang li kesên bi hunerê re elaqedar kir û got: "Ez di destpêkê de ji bo hemû mirovên mijûlî karên hunerê dibêjim, hunera xwe bi çand, ziman û hunera xwe, bidin meşandin". Di cîhanê de ti civak ji civaka me ya Kurd ne dewlemendtir e. Pêwîst e, em vê dewlemendiya xwe biparêzin û hîn zêdetir dewlemend bikin."
OMER ÎKE
ANF/AMED