Putîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku destwerdaneke leşkerî li dijî Sûriyeyê dê pêleke nû û mezintir a tundiyê bi xwe re bîne û dê pergala qanûna navnetewî serobino bike.
Her wiha Putîn got ku Amerîka ji bo gelek kesan li seranserê cîhanê ne sembola demokrasiyê lê sembola hêza dagerker e. Her wiha Putîn hişyar kir ku destwerdaneke leşkerî bê erêkirina Neteweyên Yekbûyî dêzirarê bide peraga qanûna navnetewî. Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de got ku hewldanên serîlêdana hêzê û destwerdanên leşkerî bê biryareke ji Neteweyên Yekbûyî dê vê rêxistina navnetewî ber bi rûxandinê de bibe.
Her wiha Putîn gotinên xwe yên derbarê êrîşa kîmyewî de dubarekirin û wiha got: ‘Êrîşa kîmyewî ya ku li Xutaya Şamê pêk hat û hikûmeta Amerîkayê berpirsiyariya wê davêje ser milê hikûmeta Sûriyeyê lê li gorî me bêtir ev kiryar dibe ku ji alî muxalefeta çekdar ve hatibe bikaranîn da ku hikûmeta Sûriye tewanbar bikin û rê li ber destwwerdanê vekin’.
Putîn di hevpeyvîna xwe ya New York Times de got ku heke destwerdaneke leşkerî li dijî Sûriyeyê pêk bê ew dê ne tenê bandorê li ser rewşa Sûriyeyê bike û tundiya lê heye zêdetir bike. Lê di heman demê de ew dê bandorê li ser hemû Rojhilata Navîn bike. Dibe ku destwerdaneke leşkerî zirarê bide dosyaya nukleerî ya Îranê û hevdîtinên aştiyê yên di navbera Israîl û Filistînê de jî.  Putin wiha pirsî : Gelo ma heke destwerdaneke leşkerî bibe dê di bercewendiyên gelê Amerîkayê de be? Her wiha Putin derbarê vê pirsa xwe de bersiva xwe jî dide û wiha dibêje: Gumanên min hene ku ev destwerdan dê di bercewendiyên Amerîkayê de be û bi milyonan li seranserê cîhanê li dijî vê zordariya Amerîkayê nerazîbûnên xwe tînin ziman. 

NEW YORK