Li gundê Keleşê ya girêdayê navçeya Şaxê ya Wanê, Ahmet Bahadir û hevsera xwe di salên 1990'î de ji ber cerdevaniyê qebûl nekirine gundê wan hat şewitandin û bi zorê hatin koçber kirin, çewa hînê jiyana li bajaran nebûn e di nava sefaletê de hatin hiştin. Malbata Bahadir bi derfetên xwe vegeriyan gundê xwe û li gel hemû zahmetiyan hewil didin ku jiyaneke nû ava bikin. Ahmet Bahadir, diyar kir ku li gundê ku berê bi dehan malbatan dijîn niha ew û hevsera xwe tenê mane, ev 23 sal e ji ber gundê wan hatiye valakirin û şewitandin koçî Mêrsînê kirine. Bahadir, da zanîn ku ew nikaribûn li gor jiyana metropolan bixebitin û ji ber vê yekê ew vegeriyan e gundê xwe.

Bahadir, anî ziman ku çewa hînê jiyana bajêr nebûne wisa jî di nava bê derfetiyên madî de mane û ji ber vê yekî jî neçar mane ku ew di nava jiyana xizaniyê de mane. Bahadir, destnîşan kir ku dewlet di vegera gundan de zahmetî ji wan re derdixe nebes e, tu derfetek jî ji wan re çênekiriye. Bahadir, balkişand ku di gund de rê û ava vexwarinê nîne. Bahadir, anî ziman ku ji bo koçber vegerin cih û warê xwe divê dewlet ji bo mexduran hin mafên bingehîn bide. Bahadir, wiha got: "Hûn jî halê me dibîn in, em perîşan in. Em çandiniyê dikin lê em nikarin bikar bînin. Ji ber rê bi vîraj û xira ne, maşîneyên mezin nikarin werin gund. Ji bo rê bên çêkirin me bi dehan caran serlêdan kir lê riya wan nehatiye çêkirin. Me bi derfetên xwe dozeran girtiye û riya xwe çêkiriye. Ev çend sal in vegera gundan destpê kiriye û gelek zahmetiyan jiyan e. Ji ber dengên balafirên şer û balafirên hewa yê bê mirov em heta serê sibehê nikarin razên. Em ditirsin ku vir jî bikin wekî Roboskî yê."

'Me dozer girt û riya xwe çêkir'

Bahadir, anî ziman ku dewletê bi zorê gundê wan vala kiriye û da zanîn ku piştî gundê wan hatiye valakirin cerdevanên derdorê hatine gundê wan şewitandin e. Bahadir, destnîşan kir ku cerdevanan li gund tiştekî nehiştin e û destnîşankir ku ew hewil didin li gor derfetên xwe jiyana gund ava bikin. Bahadir, anî ziman ku divê dewlet di vegera gundan de baweriyê bide û wiha got: "Min bi pereyên xwe dozer girt û riya xwe çêkir. Ji bo em pir çêkin heba wî 700 lîre 15 heb bûz kirî. Ji ber rê tunebû me bi maşîneyên biçûk amûrên pirê kişand û ji bo kepçeyê jî bûhayek zêde da.Ji bo mexdur karibin vegerin cih û warê xwe divê dewlet xizmet bike û alîkarî bide gel".

WAN