Ev jî têrê nekir vê carê Serfermandarê Giştî Necdet Ozel got; “Di nava koma Roboskiyan de mîlîtanên çekdar hebûn, dema ku leşker digihîje ser cenazeyên wan ew çek tên veşartin.” Roboskiyan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Birayê Nadîr Almayê di komkujiyê de jiyana xwe jidest da Hîkmet Alma diyar kir ku walîtiya Şirnexê ji wan re gotine di encama îstîxbarata şaş de komkujî pêk hatiye û tişt anî ziman: “2 Roj piştî komkujiyê bavê min ji me re got, 'Waliyê Şirnexê hat mala me min jê re got, we lîstik anî serê me, li ser vê yekê walî jî got, 'na armanca me ne ew bû ji me re îstîxbarata PKK'î bi çekên giran dê sînor derbas bikin hatibû lê dema ku em çûn cihê bûyerê me çek nedîtin.’”
Alma diyar kir ku piştî bûyerê yê herî destpêkê gihîşt cihê bûyerê ew bûye û wiha axivî: “Piştî ku komkujiya duyemîn pêk hatî nîv saet şûn de em gihîştin cihê bûyerê. Yanî saet di 22.30'an de herî dereng 23.00'an de em gihîştin cihê bûyerê. Wekî ku tê îdiakirin ne PKK û ne jî çekên wan hebûn. Li wê derê Mazot, cigare û bedenên xizmên me yên parçe bûyî hebûn.”
Alba anî ziman ku dema ku wan cenazeyên xwe ji cihê bûyerê girtine bi ser serê wan de Heron firiyan e û destnîşan kir ku hewldana rewa kirine komkujiyê heye. Alma wiha berdewam kir: “Dema ku me cenazeyên xwe girtin Heron li ser serê me de difiriyan. Birayê min di bin axê de mabû. Lê me ancaq ew şev saet 02.00'an de karî derxînin. Di wê demê de Heron jî nêzî me bibû. Heke gotinên wan rast bin bi rastî jî ew cenazeyên PKK'iyan bin bila dîmenên Heronan bi raya giştî re parve bikin. Wê demê kî derew dike dê derkeve holê.”

DÎHA/ŞIRNEX