Candan, tevlî perwerdehiya 2 rojan a ji aliyê Konservatura Bajar a Aram Tîgran a ku xwendekarên Akademiya Sînemayê yên Cegerxwîn jî tevlî bûn, bû û çavderiyên xwe parvekirin. Candan, da zanîn ku di belgefilmên Kurd de gelek nokteyên hevpar hene û wiha axivî: "Çîrokên heta niha nehatin bihîstin bi riya belgefilman tên vegotin û bîhîstin gelek baş e û heviyê dide mirovan."
Candan, bilêv kir ku li Zanîngeha Bogazîçiyê dersên Belgefilma Sînemayê dide û wiha pê de çû: "Çend salin ev van dersan didinim. Di nav van dersan de ez beşekê ji belgefilmên Kurd vediqetînim. Ez bawer dikim ku di belgefilmên Kurd de kuliyatek pêk hat. Bi taybet bi destpêka salên 2000'ê heta niha hevalên Kurd bi belgefilmên çêkirin nasnameya Kurd tiştên li ser erdnîgariya Kurd pêk hatin, dîroka Kurd û têkoşîna hate dayîn bi aweyeke di nav van filmanan de tên vegotin. Ev film wisa yek û du nîn in." Candan, bal kişand ser perçebûna erdnîgariya Kurdistanê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tenê nirxandinên me di nav sînorên Tirkiyeyê de bên kirin rast nîn e. Ji ber ku em behsa erdnîgariyeke hevpar dikin. Ji ber vê yekê divê bi giştî belgefilmên di Kurdistanê de pêk tên bên dîtin."

Lêgerîna nîvisandina dîroka xwe...

Candan, destnîşan kir ku di belgefilma Kurd de di salên dawî de xebata dîroka devkî derket pêş û di belgefilman de tenê rêbazeke vegotinê tuneye û wiha axaftina xwe domand: "Hinek belgefilman de dîroka devkî tê bikaranîn. Bersiva pirsên 'Gelo me çi jî?, Çi hate serê me?, Têkildarî me de ji bilî diroka fermî em dê çi ji xwe re bêjin?, Em dê çawa dîroka xwe binivîsin?' tê lêgerîn. Li vir nivîsandina dîrokeke nû neye."
Candan, belgefilmên Kazim Oz mînak da û bal kişand ser girîngiya wan belgefilman û wiha got: "Di wan belfilman de têkildarî sînemaya belgefilma de jî tişt tên gotin. Minak di belgfilma Kazim Oz a da­­wî de kesên mijarê pişt qemerayê ji Kazim re digotin 'zimanê me ji bîrneke' Tenê wê ji Kazim ra nabêjin. Ji hemû temaşevanan re peyameke polîtîk e. Beşên wisa ji bo dîroka sînemaya belgefilman gelek girîng e." Candan, anî ziman ku hilberîna belgefilma Kurd berdewam dike û divê li hemû herêmê konservatuarên weke yên Amedê bên avakirin û wiha axivî: "Ji ber ku çîroka her malbatê heye. Divê ev çîrok bên ziman. Hinek ji van dibe ku bi zimanê wêjeyî pêk bê. Lê beşek mezin dê bi belgefîlman bê vegotin."
Candan, da zanîn ku belgefilmên Kurd nagihije temaşevanan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pêşandana filma û temaşekirin kêm e. Ji ber ku kesên van filman temaşe bikin hene. Divê ji bo vê yekê hêj xwedî kedekê bin."


ERSÎN ÇELÎK - DÎHA/AMED