
PÇDK wê nûbûnê bîne
Hevserokê PÇDK Diyar Xerîb da xuyakirin ku bernameya wan a hilbijartinê û polîtîkayên wan ên giştî, ji bo pirsgirêkên civakê xwedî çareseriyên maqûl in û got, "Eleqe û baweriya gel a ji rêxistin û partiya me re, partiyên li deshilatdariyê dixe nava tirs û fikaran. Lewma êrîşên li dijî partiya me rû didin. Em ji wan hêzên tarî yên astengiyan derdixînin pêşiya partiya me re dibêjin; emê karê xwe bikin. Ji bo azadiya vî gelî çi pêwîst be emê wê bikin."
Xerîb diyar kir ku êrîş û zextên di dema hilbijartinê de li partiya wan tê kirin, dê bi wan re paşve gav nedin avêtin û destnîşan kir ku astengî rê li ber hêrsa gel vedike û hîn bi hêz xwedî li partî û nirxên xwe derdikeve.
Xerîb ragihand ku wan li beramberî êrîşan li Dêrelok, Zaxo û Şêledizê xebatên xwe yên hilbijartinê xurtkir kirine û got, "Bi biryardarî me karê xwe meşandin. Di encamê de jî êrîşkar hatin teşhîrkirin. Li Ekrê, Sidekan û Çomanê jî heman tişt pêk hatin û me jî bi heman rengî bersiv dan."
Li Ekrê, Sidekan û Çoman ji heman tişt hatin pêk anîn lê me bi dîsa bi eyni şeklî bersiv da û ji niha şundejî emê bi wî şeklî berdevamkin.
Ji bo hilbijartinên demokratîk...
Hevserokê PÇDK'ê û namzetê lîsteya 113'an Diyar Xerîb ji bo pêkhatina hilbijartineke serketî û demokratîk bang li Serokatiya Herêmê, Hikûmetê û Asayîşê kir ku serî li fen û rêyên cuda nedin û got, "Erka hikûmetê ew e ku bi bêalî nêzî pêvajoya hilbijartinê bibe. Divê hêzên asayîşê jî li gorî qanûnan tevbigerin û bi partîzanî nêzî xebatên hilbijartinê nebin."
Xerîb bang li xebatkar û alîgirên xwe jî kir ku bi erka xwe rabin û xwe nexin nava pevçûn û nerehetiyan. Xerîb destnîşan kir ku divê hemû xebatkarên wan bi şêwaz û zimanekî medenî xebatên xwe yên kampanya hilbijartinê bidomînin, da ku naveroka hilbijartinê neyê valakirin.
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb ji gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê jî xwest ku di roja hilbijartinê de kes li malê nemînin, biçin ser sindoqan û bi vîna xwe ya azad dengê xwe bikar bînin.
Hevserokê Partiya Çareseriya Demokiratîk (PÇDK) û namzetê lîsteya 113'an a PÇDK’ê Diyar Xerîb bal kişand ser cihêkariya di nava civakê de li jinan tê kirin û destnîşan kir ku di proje û bernameya xwe de giranî didin wekhevî û hevsengiya navbera jin û mêr a di her qadên jiyanê de.
Daxuyaniya Barzanî ne di cih de ye
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb der barê daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser Komkujiya Rojava de wiha got: “ Ev daxuyaniya Barzanî ne di cih de ye. Heyetek ji Komîsyona Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd çû cihê bûyerê û komkujî piştrast kir. Her wiha vê komkujiyê bi rojan di çapemeniyê de cih girt." Xerîb destnîşan kir ku israra Barzanî ya li ser îdîaya pêknehatiyê, rê li ber komkujiyên nû vedike.
MEHMED NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/HEWLÊR
Li Zaxo mîtîngeka PÇDK’ê
Gelê Zaxo bi mîtîngekê piştgirî da PÇDK’ê.
Gelê Zaxoyê bi coşeke mezin lîsteya 113 a PÇDK’ê pêşwazî kir. Bi beşdariya Hevseroka PÇDK’ê, namzetên lîsteya 113 û bi sedan şêniyên bajêr, ahengek hat darxistin.
Pêr êvarê li beramber koşka hunerî ya Zaxoyê, bi amadebûna Hevseroka PÇDK’ê Necibe Omer, namzetên lîsteya 113 bi hejmara 2 Dr. Kamoran Berwarî, endazyar Mehdî Salihê hejmara 8’a lîsta 113 ya PÇDK’ê, bi amadebûna çend hunermend û bi sedan şêniyên bajarê Zaxo bi mebesta bangawaziyên hilbijartinê mîtîngek hat li darxistin. Di mîtîngê de stran, helbest, peyam hatin pêşkêş kirin û fîşekên hewayî hatin teqandin.
Di mîtîngê de namzetê lîsteya 113’an yê hejmar 8 endazyar Mehdî Salih axaftin kir û ev tişt got: “Wekî lîsteya 113’an a PÇDK’ê projeyên me yên çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên nav civakê û hemû bîr û baweriyan hene. Bi dengê we emê serdemek nû bidin destpêkirin. Em rê nadin ku ciwanên me bê îrade û bê hêvî bimînin.” Seroka lîsteya 113’e a PÇDK’ê Necîbe Omer jî ji gel re axivî û wiha got: “Partiya Çareserî ji destpêka damezrandinê heya niha bi zihniyetek nû û bi siyasetekî nû li başûrê Kurdistanê xebatê dike. Yek ji van projeyên me ewe ku em zihniyeta eşîrperestî rakin û bingeha jiyana bi hev re ava bikin.”
Namzetê lîsteya 113’e yê hejmar 2 Dr. Kamoran Berwarî jî axaftinek kir û ev yek anî ziman: “ Em ji bo azadiyê hatine, ne ji bo astengiya azadiya kesek din hatine. Em hewl didin destûrek bingehîn ji îradeya gelê kurd li herêma Kurdistanê dirûst bikin. Ji bo li Kurdistanê demokrasî û dadperwerî bi serbikeve, em wekî lîsteya 113’ê berxwedan û têkoşînê dikin û bi vê armancê lîsteya 113 hatiye ava kirin.” Di dawiya axaftin û peyaman de govend hat gerandin û bi diruşmêyên “ Em hatin Apocî, gendel tuyê bi ku de biçî ”, “ Çareserî deng tîne, parlamanê dihejîne”, “ Bijî Rêber Apo” mîtîng bi dawî bû.
ZAXO