Bedrî Adanir ku bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye ev nêzî 3 salan girtibû. Adanir di danişîna ku pêr li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin tahliye bû. Adanirê ku 6 sal û 3 meh ceza ji bo wî hat dayîn ku ger Dadgeha Bilind erê bike wê 20 mehê din jî di girtîgehe de bimîne. Bedrî Adanir piştî tahliyeyê ji ANF’ê re axivî û got: “Ez tenê ji bo ku malbat û hevalên min êdî xemgîn nabin kêfxweşim. Lê hevalên min girtîne. Ez ji rewşa xwe zêdetir giringiyê didim ya wan."
Adanir destnîşan kir ku di dema girtîgehê de gelek kesên rastî pêkûtiyan hatine nas kiriye û wiha got: “Çîrokên wisa hebû… Hevalek ji Geverê hebû. Zanîngeh qezenc kiriye, hêj di dema yekemîn de hatiye girtin. Nû ketibû 18 saliya xwe. Ev 4 sale girtî bû. ger guherînek çênebe dê hêj 2-3 salan girtî bimîne. Çareserî eve ku divê hemû kes bên berdan.” Adanir da zanîn ku, divê hemû hevalên wan bên berdan û got: “ Yek bi yek berdan ne girînge. Divê hemû hevalên me serbst bên berdan, ancax wisa em dikarin bi wate bibînin. Bi dawîkirina zextan ya li ser Kurdan ancax em wekê pêngavekî bibînin. Yanî ji bo rojnamegeran pîvan: divê doza rojnamegeran bê girti. Ger tiştên erênî hebe ancax bi nêzîkatiya li hemberî dozan diyar dibe. Pîvvan heve. “

Divê tasfiyê rawestînin

Adanir di berdewamiya axaftinê de wiha got: “Operasyonên li hember Kurdan didome. hêj nû bi dehan binçavkirin çêbûne. Dema ev pêk werin tahliyekirina kesekî ne çareseriye. Hikûmet divê li ber rayagiştî û çapemeniyê xwerexnedayîna xwe bide. Divê hikûmet tasfiyeyê rake. Di jiyana min de du tişt hebûn ku min jê hez dikir, yek matematîk û ya din jî rojnamegerî bû. Lê tiştekî wisa bû ku dema ez hatim girtin ez ji her duyan jî bû. ez ji her duyan jî mahrum mam. Piştî ez hinek bihna xwe bidim ezê berdewam bikim.”
Adanir got divê hemû sazî û civak li girtiyan xwedî derkevin û got ew silavên xwe ji hemû berxwedêrên girtîgehê re dişîne. 

ANF/ENQERE