KONGRA-GEL diyar kir ku gelê Kurdistanê di nav şertê şerê qirêj ê dewleta faşîst de Cejna Remezanê pêşwazî dike û got, "Hikûmeta Erdogan ê ku dîndarekî qelp e, di serî de yek ji pîroziyên me, goristanên şehîdên me, ji bo hemû nirx û hêjahiyên me tine bike bi awayekî hovane û dirinde êriş dibe ser gelê me yê welatparêz. Dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Apo, bi şewitandina bajar û gund û daristanên Kurdistanê û bi ji holê rakirina jîngeh û stargehan, bi polîtîkayên ku mirovên me bide koçkirin armanc dike ku berxwedana gelê me bişkîne û radest bigire. Belê gelê me yê welatperwer li her qada lê, bi berxwedana xwe ya destanî, bi rikdariya xwe ya vegerê ya li malên xwe yên bi zorê valakirî, ji niha ve planên dewleta Tirk pûç kirine."


Hevgirtin girîng e

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê pêvajoya dijwar de girîng e gelê Kurd pişta hev bigire û hat gotin, "Cejna Remezanê fersendeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin dijwariyên em tê de, li ser me ferz dikin ku em bêhtir pişta hev bigirin û yekîtyia xwe xurt bikin. Divê em li mirovên xwe yên cihekî wan ê lê vehewin nîne û ne xwedî wê derfetê ne, xwedî derkevin." 

KONGRA-GEL da xuyakirin ku divê gelê Kurd hewceyî dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê neyê kirin, bi piştevaniya civakî divê ji hêla madî û manewî ve li gelê Kurd xwedî were derketin û weha pê de çû, "Em cejna Kurdistaniyan pîroz û bimbarik dikin. Şehîdên xwe yên li dijî mêhtingerên zordar û barbarên DAIŞ’ê hêza derûnî ya gelê me yên mezlûm, em bi wesîleya Cejna Remezanê careke din bi hurmetdarî bi bîr tînin."

Daxuyaniya KONGRA GEL weha bi dawî bû: "Em cejna gelê xwe yên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin û hêvî dikin ku cejn li dijî zaliman bibe yekîtiya civakî û netewî ya gelê me yê mezlûm." 


 NAVENDA NÛÇEYAN