Gelalî da zanîn ku operasyona rizgarkirina Mûsilê li başûr û rojavayê navçeya Mexmûrê hatiye destpêkirin û heta nihabi destê artêşa Iraqê û bi alikariya firoyekên F-16 yên hêzên koalîsyonê dewam dike û rizgarkirina çend gundên devera Mexmûrê encamên wê yên pêşî ne.

Gelalî beşdarnebûna pêşmerge di operasyonê de weke cihê daxê dinirxîne û dibêje: "Gundên li derdora navçeya Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve tên rizkarkirin, ev gundên Kurdan in. Ma dibe ku kesek din were mala mirov rizgar bike?"


Çarenûsa Mûsilê li gorî rastiya dîrokî

Reşad Gelalî dibêje, di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de lihevhatinek zelal li ser çarenûsa Mûsilê tuneye û weha dewam kir: "Lê hêzên Kurd li gel hikûmeta Navendî piştî ku Mûsil hat rizgarkirin wê vê mijarê minaqeşe bikin. Ji ber ku çarenûsa Mûsilê wek heta roja me ya îro ji aliyê hêzên Kurd ve nayê pejirandin." Gelalî bi bîr dixe ku li Mûsilê  Kurdên Êzîdî, Kurdên Kakeyî, Kurdên Şebek, herwisa Mesîhî, Erebên Sûnî, Erebên Şîe, Tirkmen û wekî din hene. Lewra dubare dibêjim divê çarenûsa Mûsilê li gorî vê rastiya Kurd a dîrokî were diyar kirin."

 

Artêşa Tirk metirsî ye

Reşad Gelalî hebûna Artêşa Tirk li Başik û Berzanê weke metirsiya li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Piraniya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi awayekî tund li dijî hebûna artêşa Tirk li ser xaka Kurdistanê derdikevin û tu caran jî napejirînin. Her wisa her çendî ku artêşa Tirk dixwaze beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe û bi vê hincetê bixwaze di çarenûs û pêşaroja Mûsilê de bibe xwedî rol jî, lê ev daxwaza artêşa Tirk ji aliyê Hîkumeta Navendî ve bi awayekî tund hatiye redkirin."

 

Operasyona Mûsilê û Kurd 

Li ser pirsa elaqedarî beşdariya hêzên Kurd di operasyona Mûsilê de jî Gelalî got, lihevhatinek cidî di navbera aliyan de pêk nehatiye. Gelalî îşaret bi beşdarbûna YBŞ´ê a nav operasyonê û serketinê wê kir û weha dewam kir: "Em wek Yekîtiya Nîştîmanê Kurdistanê piştgiriyê didin wê yekê ku tevayî hêzên Kurd beşdarî operasyona Mûsilê bibin. Ji ber ku rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê çeteyan ne berjewendiyeke siyasî, berevajiyê wê erkê netewî yê hemû hêzên Kurd e û dive li ser vî bingehî em Kurd tevbigerin."


Gerîla bi roleke dîrokî rabû  

Reşad Gelalî behsa dewra gerîla di rizgarkirina navçeyên Başûrê Kurdistanê ên weke Xaneqîn, Celewla, Kerkûk, Mexmûr, Şengal û gelek deverên din kir, got, ew bi roleke dîrokî û bi rûmet rabûn û li ser daxuiyaniya Mesûd Barzanî ya li dijî hebûna gerîla li Şengalê weha dewam kir: "Ji bo vê çendê jî daxuyaniyên li dijî hebûna gerilayan li Başûr û bi heman şêweyî daxuyaniyên ku dibêjin, divê gerila ji Şengal derkeve ne di berjewendiyên gelê Kurd û yekîtiya netewî ya Kurdistanê de ne."


WEHBÎ DEMÎR / MAZLÛM AMED/ROJNEWS / MEXMÛR