Endamê Kurd ê Meclîsa Iraqê Dr. Mahmûd Osman têkildarî daxuyaniya KCK’ê ya "Em nîqaş dikin hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin” şîrove kir, xwest gerîla ti carî ji Başûr venekişe. Dr. Osman ê ji ANF’ê re axivî got, "Vekişîna gerîla wê zerarê bide yekîtia neteweyî, divê tifaqa gerîla-pêşmerge bihêz bibe.”

Hefteya buhrî endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku beşdarî merasîma cenazeyê gerîlayê Kurd Armanc Kurdo yê li Kerkukê jiyana xwe ji dest da bû gotibû, “Niha rêveberiya me nîqaşa em hêza xwe ya gerîla ji Başûr vekişînin an na dike.”Daxuyaniyek bi heman rengî ji aliyê KCK’ê ve jî hatibû kirin. 

Endamê Kurd ê Meclîsa Iraqê Dr. Mahmûd Osman ji ANF’ê rê axifî û got  "Derketina gerîla ji Başûrê Kurdistanê wê encamên gelekî nebaş bi xwe re bîne û ji bêr vê yekê jî gerêk gerîla li herêmê bimîne." 

Dr. Osman bal kişand ser girîngiya mayîna gerîla û hêzên pêşmerge li heman eniyê û got, “Ji bilî vekişîna gerîla divê tifaqa pêşmerge û gerîla were xurtkirin.” Dr. Osman ev bang li hêzên Kurd kir: “Gelê Kurd yek e, derxistina gerîla ji herêmê wê were wateya parçekirina vê yekîtiyê. Pêwîste hêzên gerîla li Başûr bimîne, bi heman rengî divê pêşmerge jî li Kobanê bimîne. Hêzên Rojhliatî jî divê li Başûr û Rojava bimînin. Yekîtiya Kurd bi vî rengî xurt dibe, berevajî vê wê yekîtiya me zerarê bibîne.”


Tirkiye û Îran asteng dikin

Dr. Osaman di derheqê Kongreya Neteweyî ya Kurd ji axifî û got “Salên dûr û dirêj e kombûna vê kongreyê di rojevê de ye. Em her tim nîqaş dikin, li hev dicivin. Lê mixabin pêk nayê. Yekîtiya Netevî xwedî girîngiyeke jiyanî ye, Beriya her tiştî eger em dixwazin neteweyên din, cîhan me mûxatab bigire, divê em yekîtiya xwe pêk bînin, bibin yek deng.”

Siyasetmedarê Kurd ê xwedî tecrûbe da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya kombûna kongreyê, nakokiya di navbera hêzên Kurd de ye û got, “Bi taybetî Tirkiye û Îran kombûna kongreyê asteng dikin. Ji ber ku her du dewlet baş dizanin ku kongreyeke bi vî rengî ya li herêmê, hemû berjewendiyên wan ser û bin dike. Bi awayekî vekirî bêjim di navbera PKK û PDK’ê, PDK û YNK’ê de pirsgirêk hene. Tevî van hemûyan di navbera partiyên Rojhilatê kurdistanê de jî pirsgirêk hene û divê ev werin çareserkirin.”

Dr. Osman ragihand ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî du parçeyên Kurdistanê hestên neteweyî yên Kurdan xurt kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Rêxistin û partiyên Kurd divê vê firsendê baş bikar bînin, bên cem hev û yekîtiya neteweyî pêk bînin.” Siysetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Osman got, “Di nava gelê Kurd de yekîtiyek heye. Di nava gerîla û pêşmerge de jî yekîtiyek heye, lê belê di navbera rêveberên payebilind de pirsgirêk heye û divê ev çareser bibe.”


‘Yekîtiya siyasî bi yekîtiya leşkerî'

Dr. Osman der barê nîqaşên li ser avabûna Konseya Leşkerî ya Kurd a di navbera hêzên leşkerî yên Kurd de ev nêrîn anî ziman: “Heta yekîtiya siyasî pêk neyê, yekîtiya leşkerên pêk anyê. Eger yekîtiya siyasî pêk neyê û di mijara leşkerî û mijarên din de yekîtiyek pêk were jî, ji ber ku yekîtiya siyasî nîne wê dîsa nakokî derkevin holê. Çavkaniya van hemû pirsgirêkan ji yekîtiya siyasî tê.”

Dr. Mahmûd Osman herî dawî ragihand ku di mijara kongreya neteweyî de ew reşbîn nîne û got, “Lê belê em bi tabloyeke nebaş û ji hev parçebûyî re rû bi rû ne. Beriya her tiştî divê ev were sererastkirin.”


PERWER YAŞ/ANF/BERLÎN