Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarî serhildana gel a li Sûriye û rewşa Kurdistana Rojava nirxand. Demîrtaş anî ziman ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin pir girîng e û wiha got: " Bi rastî tiştê ku li Sûriyeyê diqewimin, rasterast têkildarî siyasetên navxweyî ya li hemû welatên li herêmê ye. Bi taybetî jî Kurdên li Sûriyeyê dijîn eleqedar dike. Tiştên ku li Kurdistana Sûriyeyê tê jiyandin, tiştên li bendê bûn. Gelê Kurd li Sûriyeyê ev demek dirêje ji bo yekitiya xwe avabikin dixebitîn. Ev xebat encam dan û yekitî hate avakirin. Niha pêvajoyekî krîtîk heye. Dewletên li herêmê û hêzên navneteweyî derbarî vê yekê de hîn tiştekî nekirine. Tirkiye di rojên ewil de ji nedîtî ve hat, lê niha hêdî hêdî ev rewş dikeve rojeva Tirkiyeyê."
'Li hemberî êrîşan wê Kurd bê deng nemînin'
Demîrtaş got ku "Dê di vê asta krîtîk de Kurdên li Sûriyeyê berbarî pêşeroja xwe de biryarên xwe bi xwe bidin" û wiha got: "Divê li hemberî biryarên li ser Kurdistana Sûriyeyê bê girtin di serî de Tirkiye, hemû kes rêz nîşanî bidin. Ji bo destketiyên wir mayînde bibin û werin parastin divê hemû Kurdistaniyan li her çar perçeyan bi hestiyar bin. Hewceye xwedî li wan destketiyan were derketin. Ez hêvî dikim ku Kurdên li Sûriyeyê dê xwe ji pêvçûnên heyî dur bigirin. Lê divê bê zanîn ku li hemberî êrîşên li hemberî destketiyan dê tu Kurd bê deng nemîne.Ez bawer dikim ku Kurdên li Tirkiyeyê jî li hemberî geşedanên li wir pêk tên kelecanekî dijîn, kêfxweş dibin. Niha li Kurdistana Sûriyeyê gel bi awayekî pratîkî rêvebiriyan dewr digirin û rêvebiriyekî gel derdikeve holê. Kurdên Tirkiyeyê ji vê yekê kêfxweş in. Lê rewşa bi tevahî ya Sûriyeyê ne baş e. Him li Şamê him jî li Helebê pêvçûnên mezin diqewimin. Ji bo ev pêvçûn negihêjin Kurdistanê ez bawerim hewceye polîtîkayekî pir bi baldar divê were meşandin."
'Têkilî danîn wê feyde bide Tirkiyeyê'
Demîrtaş anî ziman ku bûyeran dişopînin û wiha axivî: " Ez hêvî dikim ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tên jiyandin di demekî kin de werin çareserkirin. Gelê Kurd jî beyî ku yekitiya xwe xirab bike, bi hemû gelên wir bikeve nava têkiliyên baş û destketiyên xwe bi vê yekê divê mayinde bike. Hêviya me ev e. Ev geşedanên li Sûriyeyê polîtîkayên dewletên li herêmê jî têkildar dike. Li şûna ku refleksekî bi bertek nîşan bidin, niha dê bûyeran bişopînin. Li gorî geşedanan dê hemû welat helwestên xwe diyar bike. Lê niha Kurdistanekî Xweser a li wir, Kurdistanekî ku mafê rêvebiriya xwe bi xwe bi dest xistiye ji aliyê polîtîkaya derveyî Tirkiyeyê piştgirî nayê dayîn. Em vê ji daxuyaniyên di demên borî ve dizanin. Ji xwe fikar û tirsa herî mezin a Tirkiyeyê ew bû ku Kurdên li Sûriyeyê bigihêjin maf û azadiyên xwe. Ez bawerim ku Tirkiye ev fikarên xwe veguherîne polîtîkayê. Lê em wekî BDP'ê di hemû hevdîtina bi hukumetê re şîreta me ev bû; danîna têkiliyên baş bi Kurdên Tirkiyeyê jî dê feyde bide Tirkiyeyê."
'Kurd dagir nakin, mafên xwe distînin'
Demîrtaş got ku "Hember derketin an jî astengkirina Tirkiyeyê li hemberî destketiyên Kurdên Suriyeyê ne helwestekî rast e" û wiha dawî li axaftina xwe an3i. " Ji ber vê yekê hemû dewletan ji serî heta niha dişopînin. Ji ber ku helwestekî neyînî dikare hemû hevsengiya herêmê xerab bike û bi awayên cuda biguherîne. Ez bawerim Amerîka jî, Îsraîl jî, Îngîlîstan ji, Rûsya jî heta Çîn jî, Îran jî dê geşedanan baş bişopînin û li gorî wê polîtikayekî diyar bikin. Divê mirov nefikire ku dê hemû welatên li cîhanê li hemberî vê derkeve. Di encamê de Kurd dest danaynin ser mafên kesekî. Mafên xwe û axên ku bi sedan salan e li ser diji digire, divê mirov wisa bifikire. Li wir gasp tune ye, dagirkerî tune ye. Gel bi bi rêvebiriya xwe ya cewherî vîna xwe ava dikin. Mudaxaleyekî li hemberî vê, mudaxaleyekî ji aliyê Şamê dê ne rewa be. Mudaxaleyekî ji derve dê bibe dagirkerî. Ji ber ku li wir gel cihekî din dagir nake, li ser axa xwe mafê jiyana xwe, mafê rêvebirkirina xwe bi xwe ava dike. Divê hemû kes rêz li hemberî vê nîşan bide."
DÎHA/AMED