Di dema vekişîna gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG)ê de dayikan fikar û nerinên xwe anîn ziman.

Welatiyan diyar kirin ku piştî vekişîn dest pê kir, liv û tevgera leşkerî ya li herêmê û ser sînor wan dixin nava fikaran û xwestin leşker hêza xwe paşve bikişinin. Li Sîlopiyê dayika bi navê Emine Ozbek diyar kir ku ji bo winda pêk neyên divê leşker hêza xwe bikişîne kişlayên xwe. Dayika Aştiyê Şemse Kara jî anî ziman ku tiliyek gerîlla jî xwîn bibe ew dê derkevin serê çiyan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Dîrokîya Amedê de peyam yand û diyar kir ku ew dawî li pêvajoya çekan tînin û dest bi siyaseta demokratîk dikin. Li ser vê bangaê Konseya Rêveber a KCK'ê di 23'e Adarê de daxuyanî da û diyar kir ku banga Rêberê xwe esas digirin û dê agirbestê îlan kirin. Piştre KCK'ê di 25'ê Nîsanê de daxuyanî da û diyar kirin ku di 8'ê Guhanê de hêza xwe dê vekişînin dervê sînor. Piştî vekişinê dest pê kir, dayikên endamên HPG'ê û endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê fikarên xwe û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên li Sîlopiyê anîn ziman ku di vê pêvajoya ku vekişîn dest pê kir de liv û tevgera leşkerî zêde dibe û ev wan dixin nava fikaran.
Dayika bi navê Fatma Deniz diyar kir ku li ser banga Rêberê gelê Kurd HPG'ê biryar da ku hêza xwe vekişîne û duh vekişînê dest pê kir. Denîz, fikarên xwe anîn ziman û wiha got: "Em di nava fikaran dene. Ji ber ku her roj leşker li çiyê operasyonan pêk tînin. Em daxwazin di vê pêvajoyê de winda çêbibin. Heta ku em bimirin em dê di rêça wan de bimeşin. Em dixwazin demek berî demekê ev pêvajo bi encam bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bidin û her kes berpirsiyariya xwe bicih bînin."

'Ger ku tiliyek gerîlla xwîn bibe…'

Dayika Emine Ozek jî xwet şer raweste û aştiyek mayinde dest pê bike û wiha got: "Ji bo li gorî çarçoveya Rêberê me birêz Ocalan û banga KCK'ê vekişîn pêk bê divê berî her tiştî operasyonên leşkerî bi dawî bibin û leşker jî vekişin qişlayên xwe. Di vê pêvajoyê de peyvirên mezin dikevin ser milê me dayikan. Em dixwazin dewlet hesas tev bigere."
Dayika Aştiyê Şemse Kara jî diyar kir ku hêzê HPG'ê li ser banga Rêberê Gelê Kurd biryar da ku hêza xwe paşve bikişîne û wiha got: "Ji bo vekişîn bi silametî bi encam bibe divê berî her tiştî leşker û cerdevan jî vekişin qereqol û kişlayên xwe. Divê liv û tevgera leşkerî û operason bi dawî bibin. Ger ku tiliyek gerîlla xwîn bibe em dê dayik derkevin serê çiya. Em naxwazin tiliya tu kesî xwîn bibe. Ger ku operasyon berdewam bikin em dê xwe bikin mertalên zindî. Gerîlla ji bo aştiyek mayinde vedikişin. Divê dewlet ji berpirsiyariya xwe bicih bîne.

'Bila operasyon bi dawî bibin'

Serokê BDP'a Sîlopiyê Muhsîn Kunur jî anî ziman ku 30 salin li herêmê şer didome û Kurdan di vî şerî de bedelên giran dene. Kunur, anî ziman ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin û xwest her kes di vê pêvajoya vekişînê de piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Kunur, xwest kes neyên lîstikan û bi hestyar tev bigerin. 

DÎHA/ŞIRNEX