Hikûmeta navendî ya Bexdayê di 2’ê cotmehê de biryara girtina baregehên Tirk ên li Iraq û başûrê Kurdistanê da. Balkêş bû ku ev biryar piştî parlementoya Tirk tezkereya operasyonên dersînor dirêj kir, hat. Bi vî awayî têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de ji sala 2003'an ve gihişt asta herî krîtîk.
Parlementerê Meclîsa Nûnerên Iraqê Arkan Ez-Zebarî jî got ku Parlemento jî plan dike ku dawî li hebûna baregehên leşkerî yên Tirk ên li başûrê Kurdistanê bîne. Zebarî ji ajansa nûçeyan a Rûsan Ria Novosti re axivî û got; “Ji bo betalkirina peymanên ku berê rejîma Seddam Huseyîn bi Enqereyê re îmze kir û dihêlin ku leşkerên Tirk li bakûrê Iraqê bimîne, komîsyona peywendiyên derve ya meclîsê, dê pêşniyar bîne rojeva parlementeran.”
Baregehên Tirk ên li başûrê Kurdistanê xwe digihînin salên 1990’an. Li herêmê bi dehan tank û bi hezaran leşkerên Tirk hene. Her wiha her kes dizane ku dewleta Tirk van baregehan weke navendên sîxûrî yên li başûrê Kurdistanê bi kar tîne.
Lê niha nayê zanîn ka dê hikûmeta Bexdayê vê biryara têxe meriyetê an na. Lê ji bo vê gelek rexne li hikûmetên Bexda û Hewlêrê tên kirin. Artêşa tirk li aliyekê hebûna xwe ya li başûrê Kurdistanê didomîne, li aliyeke din jî her roj ji bejahî û hewayi ve başûrê Kurdistanê bombebaran dike.
Nûnerê YNK’ê yê Fransa û Belçîkayê Barzan Farac ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara hikûmeta navendî ya Bexdayê pêk bîne.
Farac diyar kir ku ger tiştek ji bo asayişa welat û parastina sînorên welat hebin, biryara vê yekê hikûmeta navendî ya Iraqê dide û wiha domand; “Dema hikûmeta navendî ya Malikî kengî biryarek wiha bide, bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna wê biriyarê bi hev re dixebitin. Ger hikûmeta Iraqê biryarek bide, hikûmeta herêmê jî alîkarî dide û biryarê bi cih tîne.”
Farac got; “Em dibêjin, Iraq welateke federal e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilatiya xwe heye, lê sînor di destê dewleta navendî de ye û çi biryarê bide hikûmeta Herêmê jî pêk tîne” û destnîşan kir ku pratîka vê biryara derxistina leşkerên Tirk nizanim çawa dibe, lê hikûmeta herêmê biryarên hikûmeta navendî pêk tîne.

'Em naxwazin leşkerên Iraqê bên Kurdistanê'

Nûnerê YNK’ê destnîşan kir ku YNK bi xwe jî di nav hikûmeta Iraqê de ye û got ku Lîsteya Kurdistanî ya ku PDK jî û YNK jî di nav de ye, heye. Farac got; “Lê em nabêjin bila leşkerên Iraqê bên Kurdistanê. Ji ber ku artêşa Herêma Kurdistanê heye, ev artêş ji pêşmergeyan pêk tê û beşek ji artêşa Iraqê ye. Di vê çarçoveyê de dikarin weke beşek ji Iraqê sînorên Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Sivîl mexdûr dibin

Farac got; “Hincet çi be jî, em li dijî wê yekê ne ku artêşek bê nava xaka Kurdistana Iraqê. Hincet çi be jî, PKK be an jî tiştek dibe. Ev yek pirsgirêka Kurd çareser nake . Lê gelê Başûr ji PKK'ê zêdetir ziyanê digire. Ji ber ku gundên me wênra dibe, xelkê me yê Kurd wêran dibe. Yanî em vê yekê naxwazin û dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe.”

Hikûmeta Iraqê ne cidî ye 

Barzan Farac wiha domand; “Em hêvîdar in ku ji artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê derbikeve. Ev peymanek kevn e ku di navbera hukmeta Iraq û Tirkiyeyê de pêk hatibû. Lê hikûmeta niha ya Bexdayê jî karek cidî ji bo derxistina leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê nake. Biryar di destê hikûmeta navendî de ye.”

Divê  li Sûriyeyê mafê Kurdan qebûl bikin 

Nûnerê YNK’ê Barzan Farac bal kişand ser rewşa rRovayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî û got; “Em weke YNK bi girîngiyek mezin temeşayê rewşa Kurdistana Sûriyeyê dikin. Li Sûriyeyê şoreşek heye. Me di civîna partiya xwe gelek behsa Sûriyeyê û bi taybetî jî behsa rewşa Kurdên Sûriyeyê kir. Em piştgiriya gelê Kurd li Sûriyeyê dikin. Em piştgirî didin hemû guhertinên demokratîk ên li Sûriyeyê pêk bên. Divê hemû mafên siyasî yên gelê Kurd bê nasîn. Em piştgiriya xebatên wan dikin. Ew biryar didin ka dê çi bixwazin, lê ji bo bikarin mafên xwe bi dest bixin, em pişgiriya wan dikin.”
Farac destnîşan kir ku YNK ji bûyerên li Sûriyeyê û bi taybet li Kurdistana Sûriyeyê ne dûr e û got; “YNK yek ji hêzên sereke yên Kurdistanê ye û li gel hêzên din ên Kurd peywendiya wê heye. Haya YNK’ê ji Peymana Hewlêrê (peymana avakirina Desteya Bilind a Kurdan) heye û weke hêzekê beşdar bûye.”

'Heya me ji civîna nepenî tune ye'

Farac diyar kir ku haya wan ji civînek nepenî ku dibêjin di 2’yê îlonê de li Hewlêrê li dijî PYD’yê pêk hatiye tune ye û got; “Jixwe helwesta YNK’ê aşkere ye. Rêveberiya YNK’ê beriya du hefte civînek girîng a rêveberiyê li dar xist. Me piştî civînê daxuyaniya , beşek ji vê civînê li ser rewşa Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser Kurdistana Sûriyeyê bû. Me li wir helwesta xwe diyar kiriye. Em dixwazin guhertin demokratîk çêbibin û rejîmeke siyasî û demokratîk bê ser hukûm. Divê gelê Kurd di vê çarçovyê de mafên xwe yên serekeyi bi dest bixe.”
Farac diyar kir ku têkiliya YNK li gel hêzên Kurdistana Bakûr qut nebûye, bi hêzên Kurdan ên siyasî yên li Bakûr re di têkiliyan de ye û got; “Em bi awaye giştî piştgiriyê didin hemû daxwazên demokratîk ên gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê.”

'Em li dijî  derstwerdana Sûriyê ne'

Farac bal kişand ser gotûbêjên der barê destwerdanek muhtemel li hemberî Sûriyeyê û got; “Em naxwazin şerek herêmî biqewime. Em li dijî hemû destwerdanên nava axa Sûriyeyê ne. Em dixwazin gelên Sûriyeyê bi xwe biryara xwe bidin û rejîm biguhere rejîmeke demokratîk. Ji ber wê jî divê gelê me yê Rovayê Kurdistanê li hemberî hemû destwerdanan şiyar bin û divê tu hincetê nede tu hêzan ku destwerdaneke leşkerî pêk bîne.” 

ANF/PARÎS