Carlo Sommarûga, hilbijartinên 7'ê Hezîranê, serketina HDP'ê, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, nirxand. Sommarûga diyar kir ku serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girîng e û destnîşan kir ku bi serketina HDP'ê re pêşî li desthilatdariya bi tena serê xwe ya AKP'ê û daxwaza sîstema Serokatiyê ya Erdogan, hatiye girtin. Sommarûga hilbijartinên 7'ê Hezîranê weke serketina bindestan bi nav kir û got, ji niha û pê ve wê li Meclîsê demokrasî û azadî bi dengekî xurttir werin parastin.
'Divê Tirkiye siyaseta xwe zelal bike'
Li ser girîngiya pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, Sommarûga got, ji ber helwêsta Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê li ser hîmên xurt nehatiye rûniştandin. Sommarûga îşaret bi zelûliya siyaseta aştiyê ya Tirkiye hem di pirgirêka Kurd de û hem jî di meseleya Sûriyê de kirxwest ku Tirkiye helwêsta xwe li hemberî rêveberiya Rojava û siyaseta aştiyane beramber Kurdên li nava xwe, zelal bike. Sommarûga weha peyivî, "Pêwîst e ku Tirkiye Rojava qebûl bike. Di pêvajoya aştiyê de divê Ocalan û saziyên civakî yên sivîl yekser tevlî muzakereyan bike. Girîng e pêvajoya aştiyê bi awayekî zelal û bi lez bimeşe. Ji nû ve teqandina çekê, wê feydeyê nede kesî."
Sommarûga da zanîn ku azadbûna Ocalan girîng e û got, "Nuqteya herî girîng; bi azadiya Ocalan re bi serketina pêvajoya aştiyê ye."
'Hêza herî xurt a li dijî DAIŞ'ê Kurd in'
Sommarûga got, li hemberî DAIŞ´ê, hêza herî girîng a şer dike YPG ye. Sommarûga da zanîn ku gelek welatên Misilman di çarçoveya berjewendiyên xwe de destekê didin DAIŞ'ê û got, "Hêzên koalîsyonê, ji ber tehlûkeya DAIŞ´ê, destekê didin YPG'ê."
SERKAN DEMÎREL/ANF/BERN