Ji bo aştiyê makeqanûna nû
Bîlgen, bal kişand ser pêşnûmeyên makeqanûnê yên ku ji aliyê partiyên siyasî ve pêşkêşî meclisê hatine kirin û wiha berdewam kir: "Divê di vê pêvajoyê de her tişt zelal û aşkere be. Divê hemû beşên civakê serbest tev lê bibin. Divê ji her kesî re vekirî be û bi her kesî re bê parvekirin. Ger ku em makeqanûnek demokratîk ava bikin wê demê divê em hemû beşên civakê tev li vê makeqanûnê bikin. Divê em bi riya demokratîk pirsgirêkê çareser bikin. Di pêşnûmeyan de pêşniyarên 3 partiyan nêzî hev bûn. Em dibînin ku paradigmayên partiyan û makeqanûna nû wekî hevin. Tu guhertin tune. Ger ku guhertin tune be. Divê paradigma bê guhertin û bibe bersîva hemû daxwazên civakê. Ger ku makeqanûn ne demokratîk be wê demê pirsgirêken Tirkiyeyê çareser nake. Bi vê makeqanunê aştî pêş nakeve."
'Divê guhertinek bi kok pêk bê'
Bîlgen, xwest aştî tenê wekî bêçekbûn û beçalakiyê neyê famkirin û her tişt li ser vê yekê pêş nekeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku li Tirkiyeyê 30 salin şerê çekdarî hebe wê demê sedema vê yekê divê baş bê pirsîn. Sedema vê yekê ne demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Hêzên civakê nikarin tev li hilbijartinan bibin û nikarin mafê xwe biparêzin. Rêya siyasetê li pêş civakê hatiye girtin. Divê mafê azadiya ramanê, îfadeyê, mafê azadiya rêxistinbûnê bê parastin. Ji bo makeqanûna demokratîk û aştiyek mayinde pêş bikev divê demokratîkbûn pêş bikeve. Welatekî ku pirsgirêka demokrasiyê çareser neke ne pêkane e ku pirsgireka civakekî jî çareser bike."
Bîlgen, da zanîn ku bi qebûlkrina pakêtên darazê û pakêta 4'an a darazê xuya dike ku çiqas pêdivî bi guhertina darazê heye û pêdîvî bi gelek pakêtên din hene.
DÎHA/ENQERE