Zimmer bi bîr xist ku nabe mirov bi dîktatoriyekê re bazarên bi vî rengî bike û got, tevî ku weke parleman gelek tişt ji destê wan nayên jî ew ê di civînên pêşî ên PE´yê de mijarê bixin rojevê.


Li Tirkiyeyê teroreke berê nedîtî li dijî gelê Kurd bi rê ve diçe. Di rewşeke wisa de bi Tirkiyeyê re bazarên li ser penaberan û destekkirina Tirkiyeyê hûn çawa dinirxînin?

Ji bo min di meseleya penaberan de mirov bi Tirkiyeyê re dikare bipeyive. Lê nabe ku mirov bi awayekî de fakto her tiştî bi dest Erdogan ve berde, hevsaran bixe destên wî. Me ev yek ne bi tenê niha li dijî gelê Kurd, li dijî HDP´ê dît, hîna beriya hilbijartinan jî me ev dît li dijî HDP´ê. 


Tevahiya pirsgirêka dîktatoriya Tirkiyeyê di ser mijara penaberan re tê nirxandin, ma ev ne pirsgirêkek e?

Helbet ev pirsgirêkeke mezin e. Ev bi salan e em bi Tirkiyeyê re li ser endametiya wê muzakereyan dikin. Li ser vekirina mijarên nû di muzakereyan de payîzî, beriya ku rapora pêşketinê ya der barê Tirkiyeyê de were eşkerekirin, minaqeşe li PE´yê hatin kirin. Hingê me got, gelekî zehmet e ku mirov niha mijareke nû di muzakereyên endametiya Tirkiyeyê de beriya hilbijartinan veke. Lê belê endamên YE´yê û ne xasim jî Elmanyayê gotin, dema em li vê meseleya penaberan binihêrin, divê em muzakereyên endametiyê bi lez bikin. Bi vî rengî jî poyîsyona PE´yê jî hat bipaşxistin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Bi ya min Merkel û yên din di warê siyaseta hundir de ewqasî di bin zextê de ne ku êdî ji bo wan talî ye ka çi li Tirkiyeyê diqewime û berê xwe didin vê mijarê (ya penaberan). Bi ya min ev pirr bi qisûr e û wê gelek zehmetiyan ji bo me biafirîne. 


Gelo PE û koma we wê di biwara mijarê de tiştekî bikin, hûn ê daxuyaniyekê bidin?

Ez bawer dikim ku li vir di nav me de wê parlemanter hebin ku ji Komîsyona Ewropayê û Konseya Ewropayê bixwazin ku zext li Hikûmeta Tirkiyeyê were kirin da ku êrîşên li dijî gelê Kurd tavilê rawestîne. Bi ya min ev ferz e ku qedexeya derketina derve ya li gelek bajarên Kurdan hatiye ragihandin, were rakirin. Lewma min rapor xwendin ku dibêjin, mirov nikare alîkariya kesî bike, lewma kesek nikare derkeve derve ji bo alîkariya birîndaran bike. Nabe ku ev were qebûlkirin. Lê PE dikare niha çi bike, em destpêka hefteya bê ji bo îsal ji bo amadekariyên rûniştina pêşî bicivin ku hefteya piştre wê pêk were di nivê Çile de. Em ê hewl bidin ku mijarê bixin rojevê û hêvî dikim ku fraksiyonên din jî weke me li mijarê binihêrin û bibêjin, erê divê em vê mijarê minaqeşe bikin.

Wekî din pêşniyazeke berbiçav, daxuyaniyek  li dijî helwêsta Hikûmeta Tirkiyeyê divê were dayîn. Me di rûniştina Kanûna bihurî de jî ev xwest, lê nebû; lewma ji bilî tijîbpna rojevê, mijarên din hemû weke girîngtir hatin nirxandin. Bi ya min ev qisûreke gelekî mezin û esasî ye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN