Li Amedê amadekariyên mitînga 1'ê îlonê li gel operasyon, pevçûn û qedexeyan berdewam dike. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, diyar kirin ku ew dixwazin roja aştiyê ji gelê Kurd re bibe vesileya aştî, armanî, xelasbûna şer. Saziyan da zanîn ku ji bo riya aştiyê bê vekirin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û tevlî pêvajoyê bê kirin.

'Divê muzakere dest pê bikin'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku di pevajoya şereke qirêj berdewam dike dê 1'ê Îlonê pîroz bikin û divê hemû kes tevlî mitîngê bibe. Bîlîcî, anî ziman ku divê çek bêdeng bibin û muzakere dest pê bikin û wiha got: "Heke em hêj di polîtîkayên ewlehiyê de israr bikin, ji paşe rojê dersan negirtin dê heviyên me rastî jî xerab bibin. Em bang li hikûmetê dikin ku demildest tecrîda li Îmraliyê xelas bikin û diyalog û mûzakereyan bidin dest pê kirin. Divê Birêz Ocalan tevlî vê pêvajoyê bê kirin. Heke pêşiya Îmraliyê neyê vekirin, tecrîd neyê rakirin û riya diyalog û muzakereyê neyê vekirin pevçûn nayên rawestandin. Ji ber ku muhatab bi xwe ye."

'Hêviya me nema'
Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî diyar kir ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêvajoya şer de pêşwazî dikin û erdnîgariya herêmê ewcehî bi aştiyê heye û wiha got: "Di her alî de erdnîgariya herêmê hewcehî bi aştiyê heye. Hêvî dikim ku 1'ê Îlonê dê ji vê yekê re bibe vesîle. Dê mitîng bi vê wateyê pêk bê. Em dê bi hemû hêza xwe tevlî mitînga Amedê bibin. Em hêviya xwe ya dê pêvajo ber bi aştî û muzakereyê ve biçe winda kir."

'Ji bo aştiyeke mayînde'
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku li herêmê şer berdewam dike û 1'ê Îlonê ji rewşeke diltengî re ma. Aktar, anî ziman ku ew dixwazin di 1'ê Îlonê de çek bêdeng bin, pevçûn bên rawestandin û ji bo aştiyeke mayînde pêvajoya aştiyê dest pê bike û wiha got: "Ji bo aştî li ser vê erdnîgariyê pêk bê divê pirsgirêka Kurd bi aweyeke edîl û demokratîk bê çareserkirin. Heta çareserî pêk neyê behsa aştiyê nayê kirin. Em hevî dikin ku dê rojê pêş de gavên şênber bên avêtin ji bo çareseriyê."

'Emê 1'ê Îlonê de li qadan bin'
Serokê Odeya Sarrafan û Zêrîngirên Amedê Mustafa Akkul jî diyar kir ku ew hevî dikin ku 1'ê Îlonê di bibe vesîleya aştiya gelê herêmê. Akkul, anî ziman ku ji bo aştî pêk bê divê hemû kes kedê bide û wiha got: "Di pêvajoya li herêma me operasyonên leşkerî berdewam dikin min weke aştîxwazekî diltirs dike. Em jî dê di 1'ê Îlonê de ji bo ji vê yekê re bêjin raweste dê li qadê bin." 

DÎHA/AMED