Yek ji van rêxistinên ku di van demên dawiyê de rexne li hikûmeta AKP’ê digire Rêxistina Efûya Navneteweyî ye. Em der barê mijarê de bi berpirsê maseya Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê Adnrew Gardner re axivîn.Gardner der barê di dadgehan de destûrnedana parastina bi Kurdî de got; “Yasayên navneteweyî yên der barê vê yekê de aşkere ne. Ger bersuc nikare xwe bi temamî îfade bike, divê dadgeh ji bo ku bersuc bikare xwe îfade bike, derfet bide bersuc.
Rayedarên Rêxistina Efûyê der barê lêpirsîna der barê Komkujiya Roboskiyê de hatiye destpêkirin de jî got; “ Divê berpirsên bûyera li Qilabanê bêne diyarkirin û derbixin pêşberê dadgehê. Ji bo pêkanîna vê yekê jî pêwîstî bi komîsyonek û lêpirsîneke serbixwe heye. Li gorî nêrîna Rêxistina Efûyê, ev lêpirsîna tê kirin, ne li gorî standardên navneteweyî ye. A girîng ew e ku lêpirsîn serbixwe be. Em ê weke Rêxistina Efûyê vê lêpirsînê bişopînin.*
Gardner bal kişand ser rewşa Ocalan jî û got; “. Ji bo Abdullah Ocalan jî bikaribe weke girtiyên din bi mehkûmên din re, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînin, em her tim weke Rêxistina Efûyê bang dikin. Pêşnûmeya ji bo hevdîtina mehkûm û parêzeran a ku hate Meclîsê pir bi fikar e. Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bi awayeke keyfî têne astengkirin û hewl didin vê yekê bi awayeke qanûnî pêk bînin, em ji ber vê yekê di nava guman û fikarên mezin de ne.”

ANF/LONDON