
Destpêkê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî axaftine kir û ew îdîa red kirin ku parlamentoya di asta wê topbaranê de bê helwêst bûye û got: ''Parlamentoya Kurdistanê bo danîna sînorekî ji wê destdirêjiyê re bi Serokatiya Komarê, Parlamento û Hikûmeta İraqê û Konsolê Îranê li Kurdistanê re ketiye peywendiyê.''
'Arteşa Îranê 20 km sînor bezandiye'
Piştre Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê raportek xwend ku dema borî di serdaneke meydanî ya navçeyên sînor de amade kiribû. Têde hat teqezkirin ku hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi kurahiya 20 kîlometre hatine nav axa Herêma Kurdistanê û zerar û ziyaneke zêde dane xelkên navçeyê, di demekê de ku li wî sînorî hîç baregehekî PJAKê nîne.
Di raporta lijneya navxwe de hat xwestin ku herdû parlamentoyên İraq û Kurdistanê li ser vê meseleyê bicivin û di demek herî nêzîk de topbaran bê rawestandin: ''Herwiha pêwist e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta tomarkirina zerarên xelk û navçeyê tîmekî bihewarveçûnê pêk bîne û ew kesên bi topbaranê jî şehîd bûne wek şehîdên senger bên hesabkirin.''
Nîmet Abdullah: Divê hikûmet bertek nîşan bide!
Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nîmet Abdullah topbarana Îranê şermezar kir û wiha axivî: “Di rastiyê de ev ne cara yekem e ku Komara Îslamî ya Îranê êrîşan li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne. Ji bo wê jî divê hem Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê hem jî Hikûmeta Iraqê helwesta xwe ya li hember topbaranên Îranê nîşan bidin. Divê bertekên xwe bînin ziman. Abdullah da zanîn ku tu pirsgirêk bi şer nehatiye çareserkirin û ev pirsigrêk jî bi şer nayê çareserkirin. Abdullah, destnîşan kir ku di vî şerî de bi gelek kes hatin kuştin û zerar dîtin û xwest ku pirsgirêk bi rêyên diyalog û aştiyane werin çareserkirin.
'100 sal in pirsgirêk dewam dike'
Abdullah, daxuyand ku êrîşên li ser sînor yên li hember Kurdan tên kirin ne tenê Îran, her wiha bi salane ji aliyê artêşa Tirkiyê ve jî têkirin û wiha pêde çû: "Tirkiye bi salane heger bi firokên xwe yan jî topbarankirinê êrîş dikin û sînorên Herêma Federal a Kurdistanê bin pê dike. Ev kêşe ne tenê saleke yan jî 2 sal in didome. Ev kêşe 100 sal in berdewam dike. Heya niha komara Îran, artêşa Tirkiye û Iraqê jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tu gav neavêt."
Nimet Abdulla balkişand ser xelkê li ser sînor jî û destnîşan kir ku di van êrîşane de kesên sivîl têne kuştin û zirarek mezin dane hemwelatiyên herêmê. Abdullah, xwest ku êrîş û topbaran bên rawestandin û ji bo kesên zerar ji topbaranê dîtine jî bên parastin û alîkarî ji wan re bê kirin. Abdullah, bang yi Yekîtiya Ewropa û hemû kesên aştîxwaz kir û xwest her kes li hemberî vê yekê têkeve nava hewldanan û ji bo aştî û edaletê têkoşînê bidin.
MURAT KOLCA/ÎDRÎS KARA/DÎHA/HEWLÊR
Ji YNK'ê 10 îstîfa!
Hate îdiakirin ku 10 kadroyên bingehîn ên YNK’ê îstifa kirin. Kesên ku îstifa kirine daxwaznameyên xwe pêşkeşî polît buroya YNK’ê û Celal Talebanî kirine. Hate hînbûn ku kesên ku îstifa kirine di daxawznameyên xwe yên ji bo Talabanî nivîsandine de ev tişt anîne ziman: "Em zêdetirî 30 sal in di nava refên YNK’ê de xebat, têkoşîn û qurbanî daye me biryar girt ku ji YNK’ê îstifa bikin." Di daxwaznameyê de 2 sedemên wekî "bêdadiyên nava YNK’ê ku di her astê de derdikevin û YNK ji xeta xwe ya esasî ku me bi hezaran şehîd ji bo wî daye" têne nîşandan. Li aliyê din tê îdiakirin ku sedema îstifakirina kadroyên YNK'ê, lîstik û pêngavên dawî yên rayedarên YNK'ê di demên dawî de bi Îranê re ne.
Kesên ku tê gotin îstifa kirine ev in: "Nehreo Sehîd Sofî; Endamê rêxistinê yê YNK’ê û perlamanterê berê yê Iraqê. Telhet Xidir Seyîfedîn; Endamê rêxistinê yê YNK'ê û parlamanterê berê ya parlamana Herêma Kurdistanê. Burhan Sehîd Sofî; Endamê berê yê Polîtburoya YNK'ê û wezîrê hikûmetê 5'an Hikumeta Herêmê. Hacî Mesîfî; Pêşmerge û ji rêxistinên kevn. Weyîsî Ehmed Sabîr; Pêşmerge û rêxistinên kevn. Cemal Herûtî; Bi Pileya Hemîd (7'emîn pileya leşkerî). Celal Sûrkanî; Bi Pileya Hemîd (7'emîn pileya leşkerî). Celal Îlcanî; Bi Pileya Hemîd (7'emîn pileya leşkerî). Qasim Ezîr; Endamê Ofîsa Têkîliyên Kurdistanê û Serokê lîsta 109'an a hilbijartina encûmena eyaleta Hewlêrê. Berzî Kanebî Omer; Endamê berê ya desteya bilind a edelatê yê îdareya Silêmaniyê."
Mebûsên Goran îstifa kirin
Hate ragihandin ku 4 mebûsên Goran ên bi navên Perîhan Qublay, Zana Reûf, Şaho Seyîd û her wiha Cefer Elî, destjikarkişandina xwe ji endamtiya Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê re ragihand.
Li gor nûçeya Pukmedia yê mebûsên Goran ên bi navên Perîhan Qublay, Zana Reûf, Şaho Seyîd û her wiha Cefer Elî, destjikarkişandina xwe ji endamtiya Parlamentoya Herêma Federa ya Kurdistanê re ragihand.
HEWLÊR