
Rewşa te ya tenduristiyê çawa ye?
Di rewşa min a tenduristiyê de nexweşiyeke min a taybet nîne. Kontrolên giştî dewam dikin. Dê hefteyekê bernameya xwedîkirinê bicih were. Di bin kontrola doktoran de me. Rewşeke min baş de tiştek girîng nîne.
Lêkirina dîwarê şermê ji bo Kurdan tê çi wateyê?
Li cîhanê dîwar ji bo gelan tê çi wateyê, ji bo gelê bi rûmet yê cîhanê Kurdan jî tê heman wateyê. Weke nîşaneya şermê tê dîtin. Kurd gelekî ku qebûl kiriye bi hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn re bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê dîwar weke parçekirina gelan, baweriyan, civakan, malbatan, dostaniyan tê fêmkirin. Ji xwe di dema Şerê Sar de li Berlînê hat çêkirin. Û li Îsraîlê di dema Şaron de li ser xaka Fîlîstînê. Niha jî li Tirkiyê di dema Erdogan de tê lêkirin. Kurd weke gelekî li çar parçeyan hatiye belavkirin, dixwaze sînor rabin. Dîwar şerm e, leka reş e, dijminatiya gelan e, nîjadperestî ye. Ji bo parçekirina ruhê yekitiyê yê Kurdan nîşaneyeke û Kurd dê vê nîşaneyê qebûl neke.
Te çima çalakiyek wisa lidarxist?
Lêkirina dîwar ev demeke di rojevê de bû. Li dijî dîwar hêrseke cidî hebû. Gelê Kurdistanê ev dîwar ti carî qebûl nekiriye. Tevî ku me ji hemû saziyên fermî agahî xwestin jî, ji me re ti agahî nehatibû dayîn, em mûxatap nehatibûn girtin. Ji xwe diyar bû ku dîwarê dihat lêkirin, gunehê li dijî mirovahiyê ye. Dîwar dihat lêkirin, ji ber ku bi awayekî fîzîkî nedihat dîtin gel digot, "Ma vê dewletê hişê xwe winda kiriye, di demeke ku em rakirina sînoran nîqaş dikin de dixwaze dîwar lê bike". Li gel van hemûyan dewamkirina lêkirina dîwar, tevî hemû daxwazên me nedayîna agahiyan, em xist nava lêgerînên nû. Rojek beriya ez dest bi çalakiyê bikim, maşînên kar li ser dijderketina me, dihatin rawestandin. Lê belê di roja min biryara çalakiyê da de, tevî hemû dijderketinên me jî maşînên kar dixebitîn. Li ser vê yekê min jî got, heta lêkirina dîwar neyê rawestandin, ezê ji wir neçim û min li wir dest bi çalakiyê kir.
Di dema çalakiyê de hestên we çi bûn?
Min ti carî xwe bi tenê hîs nekir. Ji ber ku gel li dora min ewçend xelekek ava kiribû, ku min ti carî hesta tenêtiyê nedît. Di nava 9 rojan de sekna hevpar a li Rojava, ya mirovên li girtîgehan û ji 7 heta 70 salî ya gelê Kurd, dîwarê ku bi mejiyê mîlîtarîst ê dewletê hewl dihat dayîn bê lêkirin, serûbin kir. Lewma ti carî min xwe bi tenê nedît. Dewletê 9 rojan betanî nedan min, di sermayê de razam, wan jî li min temaşe kirin, her şêweyên zextan li min kirin, hewl dan pêdiviyên min ên herî însanî jî asteng bikin. Ev yek li dijî min weke amûreke zextê bikar anîn. Desthilatdar bawerin ku bi van rê û rêbazan bindestan bêdeng bikin. Lê belê van zextan bandor li zarokên Nisêbînê jî nekir. Tişta ku kirin pûç bû.
Çalakiya mirinê we nexist nava fikaran?
Dema mirov biryarê didin hemû rûdanan ji destpêkê ve difikirin. Ez ti carî neketim nava şik û gumanê. Ji ber ku di roja duyemîn a çalakiyê de 60 kes bi heman rengî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji 7 heta 70 salî her kes xwedî li vê çalakiyê derket. Ya rast, ev yek hêrsa gelan a li dijî sÎnoran bû. Suryanî, Ereb bi taybetî jî jin gelekî baş dizanin ku sînor bandoreke çawa neyînî li jiyanê dikin, lewma herikîn çalakiyê. Li vê derê berxwedaneke jinê hebû ku 9 rojan sînor li cîhanê şermezarkikr. Gelekî watedar bû. Ev yek berxwedaneke jinê ya li hemberî destavêtin û destdirêjiyê jî bû.
Piştgiriya li dor te çawa bû?
Bi dîtina min di 7'ê Mijdarê de dîwar di mejî û ramanê de hilweşiya. Tevî ku dewletê ragihand lêkirina dîwar radiwestîne jî, dibe ku dîwar hînê tê lêkirin. Dîwarê ku niha tê lêkirin nîşaneya polîtîkaya bêqîmet a wan e. Lê belê dîwar di nêrîn û wicdanê gel de hilweşiyaye. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku piştgiriya raya giştî baş bû.
Lêkirina dîwar dewam dike, haya we jê heye?
Tevî ku di pratîkê de dîwar tê lêkirin jî, di hevdîtinên li gel hikûmeta navendî re tê gotin ku dîwar nayê lêkirin. Di hevdîtinên bi parlamenterên BDP'ê re de hînê dibêjin "Tiştekî wiha nîne." Lê belê di pratîkê de tê lêkirin. Ev yek bi xwe nîşan dide ku hikûmet çiqasî bê qedir û bê qîmet e.
Bi lêkirina dîwar re hunê çi bikin?
Ev yek rewşek pêwendiya xwe bi nerazîbûna raya gitşî re heye. Ez dikarim bêjim ku berxwedana jinan a li dijî dîwar dê nesekine. Bi dîtina min ev rewş wê ji niha û pê ve di wicdanê mirovahiyê de jî neyê qebûlkirin. Ev çalakiyên tevgera jinên Kurd li dijî sînoran dane destpêkirin, dê dewletê li cîhanê teşhîr bike û nîşan bide ku hemû dîwar neçarin hilweşin. Sekna me ya li hemberî lêkirina dîwar, dê bi heman rengî dewam bike. Divê dewlet tavilê dest ji vî karî berde. Banga min li her kesî ye; Vê rewşê ti carî qebûl nekin. Ji tiştên ji niha û pê ve biqewime dewlet berpirsyar e. Ev şermeke li dijî mirovahiyê ye, emê vê şermê qebûl nekin.
Li gorî nûçeyan girtiyên li girtîgehên Êlih, Mêrdîn û Sêrtê yên li dijî dîwar derketin hatin surgunkirin. Ez vê bi tundî şermezar dikim. Helwesta dewletê a li hemberî vê sekna bi rûmet a li nava çar dîwaran, nayê efûkirin.
SEDAT SÛR/ANF/MÊRDÎN