Psikiyatr Dr. Alp Ayan, ku bi salan di Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê de kar û lêkolîna derûniyê kir, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgehên Tîpa F nerînên xwe ji ajansa DÎHA'yê re anîn ziman. Ayan ku ji sala 1994'an heta 2009'an bi awayekî profesyonel xizmeta derûniyê da, di 2 sal nîvên dawî de li saziya Tenduristiyê ya Taybet de xizmetê dide. Dr. Ayan, da zanîn ku dixwazin aştiya navxweyî xera bikin û her tiştî bê wate bikin û wiha got: “Bi salan e ez bi kesên rastî îşkenceyê tên re hevdîtinê dikim. Îşkencevan dixwazin her tiştî bêwate bikin û ji bo her tişt bi kesên rastî îşkenceyê tên bê qîmet bike îşkenceyê dikin. Armanca sereke ya îşkenceyê li ser 'îtîraf kirinê’ hatiye avakirin. Dixwazin yekitiya hundir û aştiya navxweşî xera bikin. Her tim dixwazin li ser kesên li tax, fabriqa, gund, zanîngeh û kampusan ango di politikayê de pêşengiyê dikin bikin hehed. Ji ber ku ev kesên pêşeng di çavê civake de mînak in dixwazin berî her tiştî wan bixin xewar. Hêzên serdest dixwazin berî her tiştî van kesên rola civakî dane ser xwe îşkenceya derûnî bikin.”
Ayan, destnîşan kir ku pergal û hêzên serdest ji bo ku kesên pêşeng û mînak li ber çavê civakê reş û biçûk bixe dike hedefa xwe û dixwaze berî her tiştî wan ji armanc û hedefa wan dûr bixe. Ayan, bilêv kir ku serdest dixwazin bi rêbaza îşkenceya taybet, gef, binçavkirin, çavtirsandinan kesên muxalîf bişkîne.
'Encama tîpa F pir xeter e'
Psikiyatr Dr. Alp Ayan, da zanîn ku cihê herî zêde tecrîd, binpêkirina mafan û îşkenceya giran lê tê kirin Girtîgehên Tîpên F ne û wiha axivî: “Li van deran kesên ku serbest tên berdan encama wan pir xerab e. Min bi gelek kesên ku di girtîgehên Tîpa F de dimînin re hevdîtin pêk anî. Bandorek pir xerab li ser wan çê dike. Her tim xwe wekî di darbestê de hîs dikin. Dixwazin hest û ramana wan zuha bikin û bikin wekî darek hişk.”
Ayan bilêv kir ku li vir îşkenceyek taybet tê meşandin û wiha pêde çû: "Li gel ku avahî nû ne jî li hemûşan kanîyên avê dilop dikin. Dîza ambulên taybet ku her dem tengê ciziriyê jê tê vekirî dihêlin. Hewş pir bilind in. Dema ku mirov serbest tên berdan jî her tim xwe di tirbêde hîs dikin."
Ayan, bal kişand ser tenduristiya girtiyên Tipa F û wiha pêde çû: “Ji ber şert û mercên li van girtîgehan pir xerab e gelek nexweşiyên kronîk û pençeşêrê bi wan re çêdibin. Nexwiyşên dil û nexweşiyên ku gefan li tenduristî û derûniya wan dixwe pêş dikevin. Ji bo şikandina tecrîdê ya herî baş divê bertekên li derve xurt bin. Divê hemû mirovên li derve yên li hemberî tecrîdê û girtîgehên Tîpa F, ji bo girtiyan jî dilekî bi xwe re bigerînin.”
Psikiyatr Dr. Alp Ayan, xwest ku her kes her roj ji kesên di girtîgehên Tipa F de kartan bişînin û wan tu carî tenê nehêlin. Her tim name, kartan ji wan re bişînin û hemû nas li girtiyan xwedî derkevin.
Tecrîd rêbaza tolhildanê ye
Ayan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “11 mehin parêzer û malbat nikarin biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ev rêbaz li ser Nelson Mandela, Abimael Guzman û rêberên din jî hatine meşandin. Ev rêbazek tolhildanê û kevneperestiyê ye. Herî zêde bandorê li ser tenduristiya mirovan dike. Tecrîd tenduristiya fîzîkî û ruh dike hedefa xwe. Dixwazin bi tecrîda li ser Ocalan ji bo kesên ku Ocalan girîng dibînin hêza wan bişkînin. Bi gef û tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin meşandin dixwazin gelê Kurd kontrol bikin.”
FERHAT ÇELÎK / DÎHA/ ÎZMÎR