Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê, 14-15-16’ê Gulanê rojên Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bal kişand ser amadekariya makeqanûna nû ya li Tirkiyeyê û ev tişt got: “Di vê prosesa nû ya amadekirina makqanûnê de giring e ku Kurd li ser pirsa perwerdeya Kurdî rawestin û gelek aktuel bigirin.”
KNK’ê da zanîn ku di nevbera 14-15 û 16’ê gulanê de Rojên Cejna Zimanê Kurdî ye û ev tişt anî ziman: “Cejna Zimanê Kurdî ya îsal di nav rewşeke gelek dijwar de tê pîrozkirin. Dewletên tirk, Îran û Suriyeyê zilma xwe ya li ser neteweya Kurd û Kurdistanê misqalek kêm nakin. Kurd û Kurdistanî jî li dijî van dewletên dagîrker berxwedana xwe di asta herî bilind de didomînin. Di nav vê çembera bindestiyê de zimanê Kurdî hêj jî di nav sîstem û dem û dezgehên van dewletan de fermiyet wernegirtiye. Perwerdeya Kurdî ya sîstematîk di van dewletan da nîne û qet rê jî nadin.”
Perwerdeya Kurdî
KNK’ê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ev demeke ku ji bo amadekirina makqanûneke nû hewildan hene û wiha domand: “Di vê prosesa nû ya amadekirian makqanûnê de giring e ku Kurd li ser pirsa perwerdeya Kurdî rawestin û gelek aktuel bigirin. Ji ber ku perwerdeya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwazeke man û nemanê ye ji bo Kurdan. Lewma dibê divê rê li ber perwerdeya Kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê jî divê gelê Kurd bi awayekî xurt xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê her weha pîrozbahiyên îsal yên Cejna Zimanê Kurdî diyariyê têkoşerên doza KCK’ê yên li Tirkiyeyê dike û daxuyaniya xwe wiha bi dawî dike: “Gelê me yê hêja di têkoşîna xwe ya bêhempa de, bi parastina zimanê xwe yê zikmakî careke din polîtîkayên dewleta dagireker vala derxistiye. Ev careke din banga xwe dubare dikin ku divê gelê Kurd tu carî dest ji nirxên xwe yî mirovî bernede û dilê dijminê xwe xweş neke. En bi van bîr û hizirên neteweyî Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz dikin.”
ANF/BRUKSEL