Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di çarçoveya şerê ku dewleta tirk li hemberî gelê kurd dimeşîne de di bin navê operasyona li hemberî PKK’ê de bi sedan sivîl tên hedefkirin. KCK’ê da zanîn ku bi şewitandin, valakirina gundan, kuştinên kiryarnediyar tolê ji gelê kurd digirin û wiha got: “Di hemû êrîş û komkujiyan de piştgiriya teknolojiya bilind û îstîxbata Dewletên Yergirtî yên Amerîka'ye (DYA) hatiye girtin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi piştgiriya DYA’yê di 5 salên dawî de komkujiyên sivîl hatine kirin. Di 5’ê mîjdara 2007’an de piştî hevdîtina Erdogan û Bush bi piştgiriya balafirên predator yên keşfê yên Amerîkayê di encam îstîxbaratên wê li bakur û başur gelê kurd hatine qetilkirin. Bi sedema sewal telef bûn, dibistan, nexweşxane, zevî zirar dîtine. Di sala dawî de jî li Qendîl-Kortek 7 sivîl û li Roboskî jî 34 kesî jiyana xwe ji dest daye. Lê rejîma AKP’ê li aliyekî ev komkujî red kirine û li aliyê din jî hewl daye ku bixe stuyê kesên din. Her wiha agahiya girtina îstîxbaratê jî her tim veşartiye.”

Rola DYA’yê careke din derket holê
KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa tirk her tiştî dike hedef, sivîlan qetil dike û îstîxabarata DYA’yê jî hevkarê vê ye û wiha pê de çûn: “Ligel vê dewleta tirk a mêtînger agahiyên derew û şaş dide rayagitşî û rastiyan vedişêre. Rojnameyeke li Amerîkayê Wall Street Journal nûçeyek weşandibû û gotibû ku di komkujiya Roboskiyê de îstîxbarat ji aliyê predatoran ve hatiye dayîn. Bi vê yekê jî careke din rola DYA’yê derdikeve holê. Niha jî hikûmeta AKP’ê bi israr dibêje agahiya istîxbaratê ne ji DYA’yê ji çavkaniyên netewî girtine. Lê ya rast eve ku li sînorê Başurê Kurdistanê ne Heron, predator keşîfan dike. Heron li xeta hundir keşîfê dike û predatorên DYA’yê jî li sînor keşfê dikin. Di vê esasê de DYA ji bo berjewendiyên xwe bi balafirên xwe û çavkaniyên cuda piştgiriyê dide dewleta tirk û dibe hevkarê qetilkirina kurdên sivîl. Xuyaye ku predatorên DYA’yê îstixbarat daye û talîmata lêxistinê jî hikûmeta AKP’ê daye. Ji ber vê jî divê AKP vê hesabê bide.”
KCK’ê da zanîn ku gelê kurd û rayagiştî ya demokratîk divê li hemberî vê komkujiya ku bi awayekî aşkere hatiye kirin bêdeng nemîne û divê li hemberî vê polîtîkaya kujer bisekine. KCK’ê destnîşan kir ku em dîsa bang li rayagiştî ya DYA, Netewî û Navnetewî dikin ku bila bi hestiryar bin û got; "Bila dewleta DYA’yê di demeke nêz de dest ji vê polîtîkayê berde û bila nebe hevkarê rijandina xwîna gelê kurd."

AKP û Erdogan berpirsiyar e
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand ser operasyon û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Di vê pêvajoya dîrokî de di encama polîtîkayên AKP’ê de operasyon û pevçûn tên jiyîn û wekî ku li Amanosê jî bû artêşa tirk jî wendahiyan dide. Di encama polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên hatine xitimandin de ev wendahî çêdibin. Berpirsiyarê wendahiyên herdu aliyan jî Tayyîp Erdogan e. Bila ev yek bê zanîn ku heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bidome, operasyonên siyasî û leşkerî bidome dê pevçûn bidomin û wendahî çêbibin.”

Tevgera azadiyê û gelê kurd dê bersivê bide
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Bi salane Rêber Apo ji bo aştiyê hewl dide. Niha tecrîdeke giran û bi tu awayekî ne hiqûqî ye li ser wî tê meşandin. Li hemberî gelê kurd siyaseta zilmê tê meşandin û bi vê siyasetê xwîn dirije û hewldide ku bi vê encamê bigire. Gelê kurd û Tevgera Azadiyê jî li hemberî vê dê berxwendana xwe mezin bike û dê nîşan bide ku; bi xwîn û şîdetê encam nayê girtin.” 

ANF/BEHDÎNAN




KNK: Balafirên şer nefiroşin Tirkiyeyê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di derbarê daxuyaniyên Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal ya di derbarê komkujiya Roboskiyê de û rastiyên ku artêşa Tirk û AKP dixwaze binixumîne daxuyaniyek da. KNK’ê bang li Amerîka kir ku, balafirên şer yên bêpîlot nefiroşe Tirkiyeyê.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Çawa ku dewleta Tirkiyeyê û hevkarên wê dixwazin komkujiyên li dijî Kurdan pêk tên veşêrin jî, rastî eşkere dibe û bêhtirîn rûyê reş yê dewleta Tirk, desthilatdariya AKP'ê û piştgirên wê eşkere dibe. Yek ji van bûyerên sucê mirovahiyê, komkujiya li Roboskiyê ye. Herî dawî Rojnameya Amerîka Wall Street Journal eşkere kir ku komkujiya Roboskî, li ser îstîxbarata Amerîkayê pêk hatiye. Di daxuyaniya KNK'ê de hate gotin ku; "piştgiriya Amerîka û hêzên global nebe, Tirkiye û desthilatdariya AKP’ê nikare qirkirinên siyasî û çandî li ser kurdan bide meşandin."
KNK di daxuyaniya xwe de derbarê rola Dewletên Yergirtî yên Amerîkayê de wiha got: "Baş tê zanîn ku, Amerîka hîna jî, balafirên bêmirov yên keşifê di ezmanê Kurdistanê de difirîne û agahiyên sîxurî radestî Tirkiyê dike. Dîsa, Amerîka dixwaze ku balafirên bêmirov yên bibombe bifiroşe Tirkiyeyê. Amerîka bi firotina van balafiran di kumkujiya li dijî Kurdan de dîrekt dibê hevkarê Tirkiyeyê û sucdarê mirovahiyê."
KNK, bang li Amerîkayê kir ku, bila ji cîhanê re deklere bike ku ew balafirên şer yên bêpîlot êdî nafiroşe Tirkiyê. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, "Gelê Kurd ne dijminê Amerîkayê ye û dijminatiya Amerîka û berjewendiyên Amerîka jî nekiriye û ji ber vê yekê jî Amerîka jî nikare dijminatiya gelê Kurd bike û bibe hevkarê qirkirina gelê Kurd.” 

ANF/BRÛKSEL