Li dû nîşandana film Bariş Atay derket pêşberî temaşevanan û keyfxweşiya xwe ji bo salona tijî anî ziman, wisa jî civîneke çapameniyê hate lidarxistin. Hunermend Atay ji bo temaşevanan wiha axivî: Ev salona tije ji bo hunermendekî cihê keyfxweşiyê ye. Gava mirov dibîne ku berhema mirov gihiştiye gel mirov pê serbilind dibe. Ez baş dizanim ku hûn her gav li ba min bûn, îro jî we salon tije kiriye, ez spasdarê we me.

Hunermend Atay li ser karaktera Devrim (Şoreş) ku di dawiya fîlm de jiyana xwe ji dest dide jî wiha got: Ji min re dibêjin te çima Devrim (Şoreş) kuşt? Ez jî dibêjim min Devrim rakir ser piyan û wî jî jiyanekê rizgar kir. Ez bawer im ku eger em yekîtî û hevkariya xwe biafirînin wê ew ên ku digotin ma şoreşgeran çi kir? Çi rizgar kirin û henekên xwe bi me dikirin jî bibînin ku dê şoreşger û şoreş radibin ser piyan, wisa jî rojên xweş û azad diyariyê gel bikin.

Ji bilî hunermend Atay lîstikvan Ugur Polat jî silav li temaşevanan kir û keyfxweşiya xwe anî ziman. Li ser pirsa ku roleke wiha sert ya albayekî Tirk çawa qebûl kiriye jî Polat da zanîn ku wî ev ji bo pêkanîna xeyalê Bariş Atay qebûl kiriye.


Baweriya min bi AKP ê nîne

Bariş Atay di civîna çapameniyê de bi wêrekî bersiva pirsên rojnamevanan da. Atay li ser pêvajoya aştiyê ya di navbera rêberê gelê kurd Abdullah ocalan û dewleta Tirk de û herwisa jî li ser komkujiya gelê Ermen jî bi awayekî vekirî nêrînên xwe anî ziman. Hunermend Atay li ser rewşa pêvajoya aştiyê û helwesta AKP ê wiha got:`Ez AKP ê di vê babetê de jidil nabînim, ew kesên ku li Roboskiyê hêştiran jî qetil bikin û li dijî tevgera kurdan zimanekî wiha tund û tûj bi kar binin, ya rastî ev ne jidilbûna wan diyar dike.`

Bariş Atay li ser pirsa sansûra li ser fîlmê Bakur di festival fîlman ya Stenbolê û helwesta sînemageran de jî wiha got: Ez bi tu awayî ji samîmiyeta AKP ê ya derbarê pêvajoya aştiyê de bawer nakim. 


 YEKO ARDIL/BERLÎN