Durmuş, di encama mudaxeleya polîsan a ku di sala 2001'an de dixwastin biçûn Enqere û tevlî mitînga 1'ê Îlonê bibin kir û Durmuş di valahiya asansora avahiya Rêxistina BDP'ê ya Zeytînburnuyê de ket û jiyana xwe ji dest da. Di salvegera mirina Durmuş de li avahiya BDP'ê ya Zeytînburnuyê merasîma bîranînê dê bê lidarxistin. Malbata Durmuş jî her sal di 1'ê Îlonê de li gundê Şiveşkê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gora wî ziyaret dike. Bavê Durmuş Şukru Durmuş 2 sal berê xwe li ber êşa kurê xwe negirt û jiyana xwe ji dest da.
Xalê Durmuş Îbrahîm Yilmaz, diyar kir ku têkildarî mirina xwariziyê wî de hêj tu lêpirsîn nehatine vekirin û hesap ji kiryaran nehatiye pirsîn. Yilmaz, anî ziman ku ligel bi ser mirina wî re 11 sal derbas bûn lê dîsa jî dema ku behsa wî dike zorê dikêşîne. Yilmaz, da znaîn ku tişên xwariziyê wî jiyên gelê Kurd îro jî hêj dijîn û wiha got: "Em di erefeya 1'ê Îlonê de ne. Xwariziyê min hate kuştin. Êşa me hêj taze ye. Ji bo ku tu kesên din weke me êşê nejîn divê ev şer xelas bibe." Yilmaz, xwest ku kiryarên xwariziyê wî bên dîtin û wiha axivî: "Ciwanên Kurd her tim tên kuştin. Her çiqas em bêjin bila tu kes nemire, me dikujin."

'Bila tu kezebên din neşewitin'
Yilmaz, bilêv kir ku li gel hemû êşan hêviyên wî yên aştiyê hene û dê di 1'ê Îlonê de tevlî mitîngê bibe. Yilmaz, da znaîn ku ji bo aştiyê di serî de divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Yilmaz, anî ziman ku tenê Ocalan dikare mirinan bide sekinandin û wiha axivî: "Werin em bibin yek. Em şîdeta dewleta Tirk qebûl nekin." Yilmaz, diyar kir ku ew naxwaze di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de aştiyeke qaşo bijî, dixwaze aştiyeke bi rûmet bijî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî bila xwîna li Tirkiyeyê bê rawestandin. Em naxwazin ciwanên Tirk û Kurd jiyana xwe ji dest bidin. Êdî bes e. Bila tu kezebên din neşewitin." 

DÎHA/STENBOL