Hevseroketiya PYD`ê, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 2 welatiyên Japonyayê û welatiyekî Urdunî bi hovîtî qetil kirin, peyamek weşand û ji gelên Japonya û Urdunê re sersaxî xwest.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Di van rojên dawiyê de çeteyên DAIŞ’ê ku dijminên mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne, welatiyên Japonyayê yên bi navê Kenjî Goto Jogo û Haruna Yukawa qetil kirine. Her wiha pîlotê bi navê Muaaz El Kesasbe yê Urdunî bi saxî şewtandin.  Em wekî PYD’ê ji ber vê hovîtiya li dijî mirovahiyê xemgîniya xwe tînin ziman û êşa gelên Urdun û Japonyayê parve dikin. Em diyar dikin ku li dijî kiryarên hovane yên ku di nava mirovahiyê de qet nayên qebûlkirin ku em li rex gelên Urdun û Japonyayê ne. Têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî keç û xortên me yên li Kobanê, wê bibe destpêka têçûna giştî ya çeteyan û wê cîhan ji hovitiyê rizgar bibe. Ji bo ku tevahiya cîhan li dijî vê zîhniyeta ku hovîtiyê di afirîne derkeve, me gelek caran hişyarî kiribû. Pêwîste ku hemû kes li dijî siyasetên ku van amûrên wekî çeteyan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, têbikoşin. Em wekî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê soz didin gelên Japon û Urdunê ku em ê tola şehîdan hildin û soz didin tevahiya mirovahiyê ku heta ev zîhniyet tê paqijkirin em ranewestin. Serkeftin dê para gelên aştîxwaz, biratî û çespandina nirxên mirovahiyê be.” 


HESEKÊ