
Fermandarê Şems Şîmal Mihemed Ebû Adil ê ku di nava berxwedana destanî ya Kobanê de cih girt, got, di salvegera duyemîn a serketina Kobanê de ruhê yekîtiyê yê fedayî, ku li Kobanê derket holê, Minbic rizgar kiriye. Ebû Adil bibîr xist ku Kobanê neketiye û wê di demeke nêz de Reqa azad bibe.
'Em ji çeteyan ti carî netirsandin'
Fermandar Ebû Adil da xuyakirin, ku ew ji Minbicê ye, lê belê cihê Kobanê ji bo wî cuda û taybet e. Ebû Adil da zanîn ku di sala 2011'an de gelên li Sûriyeyê bi daxwaza azadî, wekhevî û edaletê li ber rejîma Baasê rabûne û anî ziman ku yekane daxwaza gelan, Sûriyeyeke demokratîk e ku her kes karibe bi rengekî azad lê bijî. Ebû Adil diyar kir ku ev daxwaza gelên Sûriyeyê bi destwerdana yekser û neyekser a hêzên navneteweyî û herêmî hatiye terorîzekirin û got, "Gelên Sûriyeyê tevlî şerekî hilweşîner û giran hatin kirin."
Ebû Adil li ser berxwedana li Kobanê îşaret bi xurtiya sîlehên DAIŞ´ê kir, got, "Ê me tenê kalaşnîkov û bombeyên me hebûn. Ji bilî vê ruhekî me yê fedayî hebû ku piştgiriya hev dikir. Tenê du kolan ma bûn di kontrola me de. Tevî vê yekê jî Kobanê neket. Xurtbûna çeteyan ji aliyê teknîk û hejmarî ve, ti carî em netirsandin."
Ebû Adil bi bîr xist ku hêzên herêmî û navneteweyî li pêşberî êrîşên dagirkeriyê bêdeng man û diyar kir, di serî de li Bakurê Kurdistanê, li Ewrûpa û gelemperiya cîhanê, ji bo berxwedana çend fedayiyan a li Kobanê çalakî hatin lidarxistin. Ebû Adil destnîşan kir ku bi saya van çalakiyan, hêzên herêmî û navneteweyî yên li pêşberî barbariya DAIŞ'ê bêdeng man, teşhîr bûn û êdî neçar man gavê bavêjin.
Ji bo xwarina şervanan wêneyek
Fermandarê Şems Şemal Mihemed Ebû Adil behsa bîranîneke xwe ya bi pêşmergeyan re jî kir û got, "Pêşmergeyan li pişt eniya şer, hawan davêtin çeteyên DAIŞ'ê. Ji bo wan ji Tirkiyeyê xwarina taybet dihat. Ê me, nan jî bi destê me nediket. Carinan em bi rojan birçî diman. Rojekê fermandarekî pêşmergeyan hat cem min. Ji min re got, ew dixwaze bi min re wêneyekî bigire. Min pirsî ka çima ew vê dixwaze, wî got, 'Eger ez bi te re wêne bikişînim, wê mirov bibêje qey ez li eniya şer im'. Dema wî israr kir, min jî got, 'em dikarin wêneyekî bi hev re bikişînin, lê belê bi şertê ku hûn xwarina îro ji we re tê bi me re parve bikin'. Fermandarê pêşmerge ev yek qebûl kir. Dema min xwarin garantî kir, me wêne kişand. Hem em kêfxweş bûn, hem jî fermandarê pêşmergeyan."
Serketina Kobanê Minbic azad kir
Ebû Adil da xuyakirin, ku berxwedana destanî ya Kobanê, hemû hevsengiyên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî yên li Sûriyeyê ji hev xistin û got, rizgariya Kobanê rê li ber rizgariya Girê Spî, Mebrûka, Silûk, Eyn Îsa, Sirîn, Hol, Tişrîn, Şeddadê û Minbicê vekir.
Ebû Adil diyar kir, hêzên şoreşger ên Kobanê rizgar kirin, niha berê xwe dane dilê çeteyên DAIŞ'ê Reqayê û got, "Gelek şervanên me ji Reqayê ne. Şervanên me ji bo Reqayê rizgar bikin, tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûn. Me soz daye berxwedêrê Kobanê Ebû Leyla. Em ê çeteyên DAIŞ'ê ji Reqayê derxînin."
MAHÎR YILMAZKAYA / ANF / KOBANÊ