Li Wanê bi pêşengiya Navenda Çandê ya Dîcleyê û Komeleya Jinan a Wanê (VAKAT), Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê di 24.02.2017’an de hate destpêkirin. Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê di heman demê de li 32 bajaran bi 42 fîlman wê were lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar û nivîskarê me, Sînemavan Ardil Dîren diyar kir ku di Sibatê de li 32 bajaran di heman rojê de bi 42 fîlman ew ê bi temaşevanan re werin ba hev û got, “Em ê gel bê huner nehêlin."

Çalakiyeke alternatîf e

Dîren da xuyakirin ku her sal di Sibatê de Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê tê lidarxistin û wiha axivî: "Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi giştî li 32 bajaran di heman rojê de tê destpêkirin. Li vir em fîlmên alternatîf ên ku heta niha li qadên sînemayê nehatine nîşandan, tînin pêşberî temaşevanan."

Dîren anî ziman ku cara yekemîn e Mîhrîcana Fîlmên Stenbolê li Wanê tê lidarxistin û got, "Beriya niha me dixwest em weke Navenda Çandê ya Nûda û Komeleya Jinan a Wanê vê projeyê pêk bînin. Lê mixabin piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate kirin jî Navenda Çandê ya Nûda hate girtin û di vê pêvajoyê de jî gelek hunermend hatin girtin. Me nekarî em bi hevkarî vê projeya xwe pêk bînin."

Li dij zextan huner

Sînemavan Dîren da zanîn ku ji ber ku gelek saziyên wan hatine girtin, wan ji bêderfetî li hundirê kafeyekê mîhrîcan pêk aniye. Dîren diyar kir ku elaqeyeke mezin a ciwanan ji Mîhrîcanê re heye û got: "Ev sê roj in ku em li vir li fîlman dinêrin û elaqeyeke mezin heye. Di vê dem û rojên girîng de nêzîkatiya ji bo sînemayê gelek girîng e. Divê ji niha û pê ve jî em werin ba hev, li ser sînema, çand û civaka xwe nîqaşan bidomînin. Me dixwest em mîhrîcanê di salonên xwe de û li qada xwe pêk bînin. Lê belê ji ber zextên li ser çandê em neçar in ku di nava dîwarên teng de hunerê bikin. Em ji ber zextan nikarin têkevin saziyên xwe bi xwe jî."

Dîren anî ziman ku ji niha û pê ve ew ê jî bi hemû hêza xwe li qadan ji bo xebatên hunerê bixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê demildest ev Rewşa Awarte ji holê rabe û hunermend karibin raman, çand û nasnameya xwe bînin ziman. Divê hunermend bi awayekî azad karibe hunerê bike û em ê heta dawiyê têkoşîna vê jî bikin. Her çiqas hişmendiya li dijî çandê, sazî û destgehên me yên çandê girtî jî be, em ê li her derê hunera xwe bidin pêş û bi pêş bixin. Çi dibe bila bibe, em ê gel û hunerê bînin ba hev."


OMER ÎKE / ANF / WAN