Şervanên YPG’yî yên ji pêkhateyên ereb ku cihê xwe di rizgarkirina gundên Qamişlo û Til Hemîs cihê xwe digirin diyar kirin ku ew amadene hemû hêza xwe bixin xizmeta gelê herêmê û ji bo parastina nirxên gelê herêmê dê canê xwe feda bikin.

Şervanê YPG’ê Tekoşer Dêrik ku ji xelkên herêmê Dêrikê ye ku niha di hemleyê rizgarkirina gundan de cihê xwe digire got ku êrîşên terorîstan a li dijî herêmê bi aramca nakokiya di navbera Kurd, Ereb û Suryandiyan de pêk hatiye. Tekoşer, da zanîn ku armanca wan wekî YPG û YPJ’ê ew e parsatina gelê herêmê ji êrîşên çeteyan û ev tişt anî ser ziman: ”Em ji bo parastina hemû pêkhateyan hemû hêza li dijî çeteyan derkevin da ku gelê me karibe bi aşîtî û aramiyê jiyan bike.”

Şervanê YPG’ê Rodî Şengal ku di xetên pêş ên parastinê de cihê xwe digire wiha axivî: ”Em dev ji gelê xwe bernadin, em hemû hêza xwe ji bo azadkirina hermû bi kar bînin, em ê gelê xwe ji kiryar û terorîsta çeteyan rizgar bikin. Em soza parastinê daye gelê xwe û em ê heta dawiyê bi soza xwe ve girêdayî bin.”

Her dû şervanan bang li hemû pêkhateyan kir ku piştgiriya xwe ya bi hêzên YPG û YPJ re zêde bikin û neyên lîstokên rêjîma Baas û terorîstên DAIŞ’ê yên di çarçoveya fitne û tevliheviyê de pêk tên.



EHMED MIHEMED/ANHA/QAMIŞLO