Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, êrîşa qirkirinê ya DAIŞ'ê ya li Şengalê şermezar kir û got, "Kurdistana azad, têkoşîna jiyana azad xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bûn. Em careke din soz didin, em ê vê bi ser bixin." Koordînasyona PAJK´ê di daxuyaniya xwe ya bi heman armancê de got, ew ê hesabê komkujiyê bipirsin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku beriya niha bi du salan DAIŞ'ê fermana Kurdên Êzîdî rakir û got, "Qetilkirina bi sedan Kurdan, revandina bi hezaran jinên Êzîdî weke êrişeke nemerdî ya neyê ji bîrkirin, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye. Em vê êrîşa qirkirinê bi hêrseke mezin şermezar dikin û soz didin, em ê tola vê êrîşa nemirovane hilînin."

Hevserokatiyê îşaret bi destwerdana gerîlayên HPG´ê jî kir û got, "Destwerdana komek ji 12 gerîlayan û pêşîgirtina li DAIŞ'ê nîşan dide, ku civakek dema li ber xwe bide wê karibe her tiştî bi ser bixe. Eger Êzîdî xwedî xweparastin û xwerêveberiyê bûna, wê ev êrişa qirkirinê bihata sekinandin û ferman ranebûya."


Parastina Xweseriya Demokratîk a Şengalê pîvana demokrat bûnê ye

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Şengal hem ji aliyê civakî, hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve cihekî gelekî stratejîk e. Dema Şengalê li ser bingeha xweparastin û xwerêveberiyê jiyana xwe ya demokratîk û azad ava kir, wê jiyana demokratîk û azad a Başûrê Kurdistanê jî gaveke girîng bavêje û ev yek wê di demokratîkbûna Iraqê de bi roleke mezin rabe. Demokratîkbûna Iraqê jî wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bibe gaveke mezin. Ji ber vê yekê, heta ku xweseriya demokratîk a Şengalê neyê parastin, ne li Kurdistanê, ne li Iraqê, ne jî li cîhanê mirov nikare demokrat be."

Hevserokatiya KCK´ê daxuyaniya xwe weha bi dawî kir: "Em êrîşên qirkirinê yên DAIŞ'ê careke din şermezar dikin. Kurdistana azad, têkoşîna jiyana azad xewn û xeyalên Derwêşê Evdî bûn. Em careke din soz didin, em ê vê bi ser bixin."


'Kurd wê feryadên dayik û zarokên xwe ji bîr nekin'

Koordînasyona PAJK'ê jî bi rasthatina salvegera komkujiya Şengalê, daxuyaniyeke weşand û serê pêşî şehîdên Şengalê û qehremanên berxwedanê bi bîr anaîn. PJAK'ê da zanîn, ku di dîroka gelê Kurdistanê de gelek caran komkujî û qirkirin hatine kirin û wiha dewam kir: "Ev komkujiya bi destê AKP û hevkarê wê PDK'ê, bû derbek li dijî asta têkoşîna azadiyê ya Kurd. Ji bo atmosfera siyasî ya bi hewldanên mezin ên Rêberê me li Bakurê Kurdistanê derket holê qels bike û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê pûç bike, bi rêya çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir. Xwest, şoreşa li Rojavayê Kurdistanê bandorê li Kurdên li Başûr neke. Xwest, serketinên têkoşîna azadiyê biçûk bixîne. Ji ber vê yekê bi hezaran jin, mêr, zarok, extiyar, ciwan xistin nava lepên qetlîamker ên wehşî. Jiyana mirovan tine hesibandin, hewl dan şeref û rûmeta mirovan binpê bikin. Sal jî di ser re derbas bibin wê Kurd ti carî wî dîmenê bi hezaran mirovan di nava wê germa çolê de ji bo rizgarkirina jiyana xwe dimeşiyan, wan feryadên dayik û zarokên xwe ji bîr nekin. Komkujiya Şengalê careke din nîşanî me da ku nokerî rastiyeke herî nemerdî ye."


Li Çiyayê Şengalê xemla şoreşê heye

PAJK´ê hebûna hêzên berxwedanê û gerîlayan a li Şengalê bi bîr xist û weha dewam kir: "Niha li Çiyayê Şengalê xeml û rewşa şoreşê heye. Jin û mêr hemû Şengalî niha têdikoşin ji bo jiyaneke nû ava bikin, ji bo jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Li hemberî her şêwe koledariya li ser civaka Êzîdî tê ferzkirin, bi pêşengiya jinên Êzîdî îro li her qadê bi felsefeya jiyaneke azad têkoşîn tê meşandin. Bêguman ev rewş nîşan dide di têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinê de serketinên mezin bi dest ketine."


Di heman demê de qirkirina jinê ye

PAJK´ê fermana li Şengalê rabûyî wiha weke li dijî jinê nirxand: "Komkujiya li Şengalê di heman demê de qirkirina jinê ye. Qirkirineke bi zanebûn û bi plan a li dijî jinan e. DAIŞ'ê li her devera li ser bingeha dijminatiya li jinê, êriş kir, beriya her tiştî jin kir hedefa xwe, hewl da jinê bike kole û hê jî bi vî rengî tevdigere. Weke gerîlayên jin ên pêşengê vê berxwedanê, em her tim li hemberî êrişên bi vî rengî têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê têbikoşin."

PAJK´ê di dawiya daxuyaniyê de soza hesabpirsîna ji berpirsiyaran da: "Esoz didin ku em ê bi xurtî hesabê vê komkujiyê ji hêzên qetlîamker bipirsin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN