Endamê desteya parastina mafê mamosteyan li Germiyanê Dilêr Ebdulrehman der barê dewambûna boykota mamosteyan de ji ajansa nûçeyan RojNewsê re axivî û diyar kir ku ev nêzî mehekê ye ku mamoste di grevê de ne û weha peyivî: “Me gelek caran daxwazên xwe gihandin aliyên peywendîdar lê belê heta niha wezareta perwerdehiyê bersiva daxwazên me nedaye.”
'Berpirsiyar wezaret e'
Dilêr Ebdulrehman dazanîn ku demsala xwendinê kêm maye bi dawî bibe lê hê jî wan mûçeyên xwe wernegirtine û wiha pêde çû: “Bila her kes bizane em ê boykota xwe neşikînin em ê hişmendiya li dijî boykotê bişikînin. Ji bo ku rayedar neçar bimînin bersivê bidin daxwazên me. Berpisyariya vê yekê jî wezareta perwerdehiyê ye.”
Endamê desteya parastina mafê mamosteyan di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hemû mamosteyên herêma Germiyan û Herêma Kurdistanê jî kir ku boykota xwe dewam bikin.
HOŞMEND KURDÎ / ROJNEWS/GERMIYAN