Helwesta hikkûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya înkarkirina rola gerîlayên HPG'ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û paşê jî ji aliyê Hevserokatiya KCK'ê ve hatibû rexnekirin û hatibû destnîşan kirin, ku divê ev helwêst were guhertin, di rewşeke berevajî de ew ê hêzên xwe ji qada şer vekişînin. Li dû vê daxuyaniyê gelek derdoran, ji bo guhertina helwêst û nêzîkatiya hikûmeta herêmî û çapemeniya Başûrê Kurdistanê daxuyanî dabûn. Êzidiyên ku ev 7 meh in li Çiyayê şengalê li ber xwe didin jî, nêrînên xwe yên ji bo venekişîna gerîla ji Başûrê Kurdistanê, ji ANF´ê re gotin.


´Çûna PKK´ê mirina me ye´

Ji gundê Gir Izêr, Şekir Hisên Xidir naxwaze PKK ji çiyayê Şengalê derkeve û dibêje, "Çûyîna PKK'ê ji çiyayê Şengalê tê wateya dawî û mirina bi hezaran Êzidiyên li çiyayê Şengalê." Şekir Hisên Xidir îşaret bi tehlûkeya li ser Êzîsiyan bêyî PKK´ê dike û dibêje, "Şengal wê bikeve destê dijminan." Xidir dide zanîn ku ew hêvîdar in hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û wiha dipeyive: "Bila kes xwe venegerine, bila kes nebe parçekar. Bila her kes bibe yek, cehwer û gotina her kesî yek be."

Şekir Hisê Xidir bi bîr dixe ku ji rojên destpêkê yên fermana 73'an û vir ve yên ji bo Êzidiyan westiyan, ked dan, xwêdan û xwîn rijandin PKK'yî ne û dibêje, "Divê her kes qîmeta PKK'ê zanibe." Xidir axaftina xwe bi van gotinan didomîne: "Ji bo me li ve xakê şehîd ketin. Di nava me Êzidiyan de ên bi kok û esîl, ên xwedî wijdan, ên Xwedê ji bîr nekirine, ên mafê Xwedê teslîm kirine, îro nikarin dijminatiya PKK'ê bikin. Em Êzidî ancax dikarin bibin dostê PKK'ê. Derketina PKK'ê ji çiyayê Şengalê ancax bi rijandina xwîna me dibe. Eger ji PKK'ê re bêjin bila ji vir biçe, wê demê PKK bi ku ve biçe em ê jî bidin dû wan û bi wan re biçin. Eger PKK ji çiyayê Şengalê biçe, em Êzidî jî li çiyayê Şengalê namînin. Baweriya me bi tenê bi Xwedê û PKK'ê heye. Em dixwazin bi gerîla û civata PKK'ê re li vir bimînin."


´Eger PKK nebûya ti ji me nedima´

Xelef Îlyas Hesen jî dibêje, ji roja destpêkê ya fermana 73'an û vir ve ji bilî PKK'ê kesî alîkarî nedaye wan, kes li wan xwedî derneketiye û weha dirêjiyê dide gotinên xwe, "Wan hem erzaq ji me re anî, xwarin belav kirin, em ji nêza rizgar kirin hem jî em parastin." Xelef Îlyas Hesen bi bîr dixe ku gerîlayên PKK'ê ji bo xaka Êzîdxanê şer kirin, gihîştin şehadetê û dibîeje, "Em naxwazin ew ji vî çiyayî biçin."

Hesen dide zanîn ku bi qasî sed gerîlayên PKK'ê di şerê li çiyê de jiyana xwe ji dest dane û dibêje, "Êzîdî li komkujiyekê rast hatin, ji bilî wan me kesek li dora xwe nedît. Eger PKK nebûya, ti ji me nikarîbû li vî çiyayî bimîne. DAIŞ´ê em qetil nekira jî em ê ji nêza bimira. Em alîgir in ku PKK û PDK tifaqekê bikin û em ê ji vê kêfxweş bin."


´Em naxwazin heval biçin´

Ji gundê Xanesorê Xoxê Cindî jî dibêje, yên ku nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pejirandine ew parastine û weha dipeyive, "Ji bo gelê me, çi ji destê wan hat kirin. Em naxwazin heval ji nava me, ji çiyayê Şengalê biçin. Eger tiştekî wiha bibe, tehlûke ye ji bo jiyana me, jiyana me wê nemîne. Eger gerîla biçe kes nikare li çiyê bijî. Jixwe yên diçin kampên li Başûrê Kurdistanê dikevin nava xefikan. Bi vî rengî wê Êzîdî nemînin. DAIŞ'ê hin jê revandin, yên reviyan jî jixwe çûn, tiştekî bi vî rengî biqewime em jî namînin. Lewma daxwaz û bendewariya me ew e ku gerîla ji çiyayê Şengalê neçe." 


 ANF/ŞENGAL