Mîhrîcan bi pêşengiya Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatiye amedekirin. Mihrîcana li Navenda Çand û Huner yê Mihemed Şêxo wê 4 rojan dewam bike. Mihrîcan bi pêşkêşkirina çîrok, şano û helbesta jinan wê bernameya xwe dagire û pêşan bide. Di roja mihrîcanê a 1´ê de jin senaryoya şanoyan û helbestên xwe xwendin. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Kantona Cizîrê Nadiye Yûsif ve hate kirin. Nadiye diyar kir ku pêkhatina mihrîcanê bi pêşengiya jinê, rola jinê serketî di nava çandê de nîşan dike.


Jin şoreşê îfade dikin

Piştî Nadiye Yûsif, endama TEV-DEM'ê Hêlîn Ehmed axivî û tevahiya şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên jin bi bîr anîn û got, "Bi rêya vê mîhrîcanê jinên rojava dê bi rengê hûnerê rengê şoreşê bi dewlemendiya helbest, çîrok û seneryoyên xwe bînin ziman. Wiha jî dê jin karibin şoreşa jinê li Rojava bide jiyîn û ev mîhrîcan wê bibe bingeha ku her jin bikaribe bi rengê xwe û zimanê xwe hunera xwe pêşkeş bike.'' 

Piştî Hêlîn Ehmed Seroka Desteya Çandê û Komîteya Amedekar a Mîhrîcanê Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan,"Çawa jin di şoreşê de bû xwedî roleke girîng û pêşengitiya şoreşê kir, îro jî di demeke wiha de ku hîna şerekî dijwar heye û ciwanên me şehîd dibin, em dixwazin jin bi helbest û hûnera xwe beşdarî şoreşê bibe. Jin dê bi pênûs hestên şoreşê bijî û bide jiyîn."


Şoreşa jinê rûyê hunera wê ye

Di dewama mîhrîcanê de bêhtirî 30 helbest ên Kurdî û Erebî hatin xwendin û herwiha du senaryoyên şanoyê jî pêşkêşî beşdarên mîhrîcanê hatin kirin. Di helbestên jinan de herî gelek bandora şoreşê û hestên bedew ên şoreşa jinê derketin pêş. Jinan di helbestên xwe de barê giran ên şer û koçberiyê, her wiha canfedayîtiya şervanên azadiyê bi hestewarî derbirrî. 

Mîhrîcan îro w sernaryoyên şanoyan werin xwendin, herwiha çîrok û meqaleyên jinan jî dê bêne xwendin.  


 QAMIŞLO