Li Nisêbînê bi "qedexeya" ku 6 caran hate îlankirin û hat xwestin gel koçber bibe, li dijî vê yekê jin, zarok, kal û pîr girêdana xwe ya ji bo axa xwe nîşan didin û bi awayekî hevpar berxwedanê bi pêş dixin. Welatiyên bi navê Mehmet Ergat û Zeynep Adil ên ku di salên 90'î de gundê wan Deşta Darê (li navçeya Şirnexê Hezexê) hatibû şewitandin, gundê xwe terikandibûn. Piştre tevî malbatên xwe li taxa Nisêbînê Firatê bi cih bûn. Malbatên Ergat û Adil ku bi konsepta şer a ku AKP'ê xist dewreyê ve li taxên xwerêveberiyê cara duyemîn tê xwestin koçber bibin. Lê malbatan ligel zilm û zorê axa xwe neterikand. Welatiyên ku li dora xwerêveberiyê hatin cem hev û li dijî êrîşan li ber xwe didinm dibêjin, li dijî polîtîkayên koçberkirinê divê xwerêveberî bê zindîkirin. 


'Em dev ji berxwedanê bernadin'

Mehmet Ergan got, cerdevanî li ser wan hatiye ferzkirin û wiha axivî. "Gund û zeviyên me şewitandin. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir em mecbûr man koç bikin û hatin vê derê. Em ji ber zilma wan reviyan, ji axa xwe derketin û hatin vir. Dîsa jî me rehet nahêlin. Dixwazin dîsa me bidin koçberkirin. Lê em ê dev ji berxwedanê bernedin. Dixwazin zarok û jinên me qetil bikin. Dixwazin rewşeke ji salên 90'î xirabtir bînin serê me. Lê em ê ti carî careke din koçber nebin. Tu caran dev ji berxwedana xwe bernedin."


'Em bi zarokên xwe re li pişt bendan in'

Zeynep Adil jî got, "Em bi salan li xeribiyê xebitîn. Me xwêdana xwe rijand. Bi keda xwe mal çêkir. Niha bi hemû çekan êrîşî me dikin. Qedexe radibe lê dorpêç bi dawî nabe. Em bi şerekî psîkolojîk re rû bi rû ne. Wekî salên 90'î dixwazin me sirgûn bikin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê tu caran neçin. Bila xwîna me li ber mala me birije. Li axake din nerije. Em ê tu caran axa xwe neterikînin. Em bi zarokên xwe re li pişt bendan in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." 


 DÎHA/NISÊBÎN