Derwîş da xuyakirin ku wan bi dehan gund û gundik heta niha ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kiriye û got, "Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me di demeke kurt de dor li Minbicê girt. Şervanên me El Kutab, dibistana El Şerîa û xaçerêya li rojavayê bajêr, berî çend rojan ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir. Dikarim bibêjim, bi azadkirina vê nuqteya stratejîk re şervanên me ji aliyê rojava ve mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve diçin.

Li başûrê bajêr, depoyên genim ên stratejîk ji aliyê şervanên me ve hatin rizgarkirin. Ev der, nuqteya herî stratejîk a bajêr e. Paqijkirina depoyên genim ji çeteyên DAIŞ'ê tê wateya şikandina girîngtirîn xeta parastinê ya li bajêr. Piştî ku depoyên genim hatin rizgarkirin, hemû hedefên çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajêr, di hedefa çekên me yên giran de ne.

Li rojhilatê bajêr jî, gundê El Xettab ji aliyê şervanên me ve hat rizgarkirin. Ji bo vê nuqteyê jî dikarim bibêjim, şervanên me ji aliyê rojhilat ve jî ketine nava bajêr û li navenda bajêr gav bi gav bi pêş de diçin."


'Ji bo me ewlekariya sivîlan esas e'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş careke din bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê bi temamî hatine dorpêçkirin, rev êdî ji wan re nîne û got, "Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin. Di heman demê de sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Ev rewş ji destpêkê ve li pêşiya me astengiyek e.

Em gelekî bi hesasî tevdigerin. Ji bo me ewlekariya jiyana sivîlan esas e. Ji bo rizgarkirina sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke mertal tên bikaranîn, hewldanên me dewam dikin. Em li formulan digerin. Karê me yê sereke, rizgarkirina sivîlan ji destê çeteyên DAIŞ'ê ye.

Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me heta niha bi hezaran sivîlên di destê DAIŞ'ê de rizgar kirin. Her roj, her saet, her kêlî, bi sedan mirovên me ji destê çeteyên DAIŞ'ê direvin û xwe digihînin herêmên azad."

Derwîş da zanîn, ku her çend ev yek li pêşiya rêveçûna wan dibe asteng jî, li aliyên rojava, bakur, başûr û rojhilatê bajêr ve şervanên wan ketine nava taxên sivîl lê nînin û hin dever xistine bin kontrola xwe.

Derwîş diyar kir ku ji bo rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ'ê, vekirina korîdorê di rojeva wan de ye û ew ê bi formulên bi vî rengî hewl bidin vê astengiyê ji pêşiya xwe rakin.


'Çete di nava panîkê de ne'

Berdevkê Meclîsê Şervan Derwîş li ser rewşa çeteyên DAIŞ'ê yên li nava bajêr got, "Çeteyên ku nema dikarin li ber xwe bidin, hewl didin bi çalakiyên xwekujî, wesayîtên bombebakirî û bi mayînan êrîş bikin, xwe bi vî rengî li ser piyan bigirin. Çeteyên DAIŞ'ê rojane herî kêm 5-6 wesayîtên bombebakirî diteqînin. Ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin ku li ber qedandinê ne. Li gorî agahiyên sivîlên xwe gihandî herêmên azad, çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkeke mezin de ne."

Derwîş herî dawî ev peyam da: "Yekane tişta dikarim ji gelên me re bibêjim ev e; Em ê mal bi mal, kolan bi kolan navenda bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin, êşên gelên xwe biqedînin, barbariya DAIŞ'ê ji holê rakin û mizgîniya serketinê di demeke kurt de bidin gelên xwe yên hêja."